Jinên Şengalî: Li Kobanê hêvî bi ser ket

Jinên Êzidî yên li Şengalê ku li ser 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî axivîn destnîşan kirin ku hêviyên gelên Rojava û Şengalê bi berxwedana Kobanê bi ser ketiye.

HÊVÎ EZDA

Şengal –Piştî êrîşên DAIŞ’ê yê li ser Kobanê, bi berxwedana 134 rojan a şervanên YPG û YPJ’ê bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Ji bo Kobanê ya ku li seranserê cîhanê bi berxwedana xwe deng veda 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanî hat ragihandin. Jinên Êzidî yên li Şengalê bi boneya 1’ê Mijdarê ya Roja Kobanê ya Cîhanî axivîn û gotin: “Çawa DAIŞ li Kobanê têk çû li Şengalê jî bi bin ket. Serkeftina Kobanê riya rizgarkirina Şengalê vekir. Li Kobanê hêvî bi ser ket.”

‘Kobanê bû hêviya pêkhatî’

Endama Meclisa Gel a Sinûnê Sefînaz Îbrahîm di serî de roja cîhanê ya Kobanê li gelê Rojava pîroz kir û da zanîn ku hêviyên dagirkeran li Kobanê şikest. Safînaz Îbrahîm wiha got: “1’ê mijdarê roja rizgarkirina Kobanê em li civaka Kobanê û giştî Rojava pîroz dikin. Em weke ciwanên Şengalê piştgirî didin Kobanê. Li Kobanê kedek mezin hat dayîn, bi sedan şehîd li Kobanê çêbûn. Erdogan digot Kobanê ket û dê bikeve lê belê gerîla û şervanên azadiyê gotinên Erdogan di qirika wî de hiştin. Hêviyên Erdogan bi ser neket. Lê belê hêviyên Kobanê, gelên Rojava û Şengal bi berxwedanê bi ser ketin.”

‘Em ê li ber xwe bidin û gotinên Erdogan di qirika wî de bihêlin’

Sefînaz Îbrahîm diyar kir ku ew bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwe perwerde dikin û li ber xwe didin. Safînaz Îbrahîm wiha got: “Cîhanê nedixwest berxwedana Kobanê bibîne ji ber ku bi fikrên Rêber Apo bû lê belê em ê her ber xwe bidin û bi fikrî xwe bi pêş bixin, hemû fermanan vala derxin. Bi taybetî jin pêwîst e bi fikrên Rêberatî xwe perwerde bikin. Ji bo ku em jenosîda ku li ser civaka me de hatiye em bi cîhanê bidin erêkirin û dîtin, em ê têbikoşin. Em ê bi fikrên Rêber Apo zarokên xwe  perwerde bikin. Fikrên Rêber Apo fikreke cîhanî ye ne tenê ji civaka Êzidî û Kurdan re azadiyê dixwaze, ji hemû cîhanê re azadiyê dixwaze. Em ê weke ciwanên Şengalê û Rojava tecrîda li ser Rêberê xwe bi dawî bikin. Em ê li ber xwe bidin û gotinên Erdogan di qirika wî de bihêlin.”

‘Gelê Rojava û gerîla Şengalê rizgar kirin’

Endama Meclisa Gel a Navçeya Sinûnê Sefînaz îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rizgarkerên Şengalê û jinên Êzidî û banga veger û berxwedanê li her kesê kir û wiha got: “Dema ku ferman hat serê Şengalê, her kesê dît. Keç û jin hatin firotin û civak di bin qirkirinê de ma. Lê belê gelên Rojava û gerîlayên serê çiyayan hatin bi hewara Şengalê ve û ew rizgar kirin. Heta roja îro jî keç û jinên Êzidî ji destên çeteyan rizgar dikin. Banga min ji gelê Rojava re û ji civaka me ya Şengalê re jî ew e ku em destên xwe bidin hev û bibin bersiveke li hemberî hemû êrîş û fermanan. Ji bo wê jî pêwîst e her kes vegere ser axa xwe, perwerde bibînin û li ber xwe bidin.”

‘Serkeftina Kobanê riya rizgariya Şengalê vekir’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rihan Xidir jî da zanîn ku têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê bû sedem ku DAIŞ li her derê têk biçe û got: “Gelê me yê Kobanê serkeftinek mezin bi dest xist. Em wê serkeftinê pîrozî dikin û wekî pîroz ji bo xwe û ji bo Kobanê dibînin. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, şervanên azadiyê bi rola xwe rabûn û çeteyan têk birin. Çawa li Kobanê têk çû li Şengalê jî bi bin ket. Serkeftina Kobanê riya rizgarkirina Şengalê vekir. Çeteyan êrîşî ku derê kirin, têk çûn, li Kobanê Şengal, Reqa û hwd. bi saya berxwedana şervanên azadiyê têk çûn. Em û Rojava yek in, xwîna me têkilî hev bûye. Em weke goşt û neyinûk in, qutbûna me ji hev nîn e, serkeftin wê her dem a me be.”