Parêzer Eren Keskîn: Tecrîda li ser Ocalan tê meşandin biryarek polîtîk e

Parêzvana mafan û parêzer Eren Keskîn diyar kir ku meşandina tecrîdê ji aliyê dewleta Tirk ve, tercîheke polîtîk e û wiha got: "Tecrîd rewşeke li dijî mafên mirovan e û pêvajoyek kaotîk bi xwe re tîne."

ELÎF ÇETÎNER

Stenbol- Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin û girtiyên din ên di girtîgehê de; Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 35 meh in agahî nayê girtin. Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de li 74 navendan hat destpêkirin, bi mezibûne re berdewam dike. Herî dawî 14 rêxistinên ji rêxistinên maf û hiqûqê yên navneteweyî pêk tên, di 12'ê Çile de serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan û daxwaz kirin Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi awayekî “lezgîn” bê ziyaret kirin. Her wiha ji 35 baroyên li Tirkiyeyê hezar û 330 parêzer, di 22’ê Çile de bi daxwaza hevdîtinê serî li Wezareta Edaletê dan.

Gelê Kurd û dostên wan xwe ji bo meşên mezin ên wê di meha Sibatê de li bajarên Ewropa û Kurdistanê bên lidarxistin amade dikin, grevên birçîbûnê yên di 27’ê Mijdara 2023’an de li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dest pê kirin jî, bi awayekî dorveger berdewam dikin.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Parêzer Eren Keskîn, tecrîda li Îmraliyê tê meşandin û belavbûna tecrîdê ya li ser civakê nirxand, nêzîkatiya muxalefetê ya li hemberê tecrîdê jî rexne kir.

'Ne mimkun e ku pêvajoya li Îmraliyê tê jiyîn bi hiqûqê were vegotin’

Eren Keskîn, diyar kir ku ji roja Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê û xistine Girtîgeha Îmraliyê ve hiqûqek cuda tê sepandin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

"Heya îro tu kes nikare bi awayekî tam pênase bike ev hiqûq girêdayî kudere ye. Bi rastî tecrîd, rêbazeke ku ji destpêkê ve tê sepandin lê dem bi dem girantir bû, dem bi dem siviktir bû lê ev çend sal in bi awayekî tevahî li dijî qanûnên navxweyî û peymanên navneteweyî qedexeya hevdîtinê mijara gotinê ye. Ne mimkun e ku ev yek bi bihiqûqiyê were pênasekirin, ji ber ku bingeheke vî ya hiqûqî tune ye. Li vê erdnîgariyê kesên ku li gorî hiqûqa xwecihî hikumxwar in ango cezayên girtine hatine teqezkirin, wê li girtîgehê çawa dikarin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin bi yasayê re hatiye girêdan ango hiqûqa nivîskî vê yekê diyar kiriye. Lê tevî vê yekê jî Komara Tirkiyeyê li Girtîgeha Îmraliyê hiqûqa xwe ya navxweyî jî pêknayne. Ne mimkûne tu girtiyek cezayê wî/wê hatiye erê kirin, bi salan bi malbat û parêzerên wan re hevdîtin pêkneyne. Ev bi temamî derveyî hiqûqê ye. Helbet astengkirina hevdîtina malbatan ê Ocalan û 3 girtiyên din ên li wir dimînin, binpêkirina hiqûq û mafên mirovan e. Di heman demê jî encamek vê ya polîtîk jî heye.”

'Tecrîda Îmraliyê li nava civakê jî belav dibe’

Parêzer Eren Keskîn bi gotinên; "Heqîqeta ku girtîgeha Îmraliyê bi temamî ji jiyanê hatiye qutkirin, nîşaneya herî zelal a neçarserkirina polîtîkaya pirsgirêka Kurd e" û da zanîn bi taybetî ev 10 sal in bêçareseriyek mezin berdewam dike. Eren Keskîn, destnîşan kir ku daxwazên têkildarî pirsgirêka Kurd tên paşguhkirin û siyasetmedarên Kurd bi girtinê re ji azadiya îfadekirin û rêxistinbûnê bêpar tên hiştin û tiştên diqewimin wek pêvajoyek kaotîk pênase kir.

Eren Keskîn, bal kişand ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin, li nava civakê jî wek tecrîdê belav dibe û wiha got: “Em parêzer di rastiyê de rastî îzolasyonê tên. Ji ber ku hevdîtinên me yên bi miwekîlên me re tên sînordarkirin. Li pêşiya pêkanîna karê me jî astengî hene. Ev polîtîkaya tecrîdê bi rastî jî ji hemû civakê re wek tecrîd hebûna xwe didomîne.”

‘Beşên ku dibêjin em muxalif in bêhiqûqiya li Îmraliyê nabînin'

Eren Keskîn, diyar kir tişta divê bê nîqaşkirin ew e ku beşên ji xwe re dibêjin muxalif, di nava kesên rastî binpêkirina mafên mirovan tên de bi awayekî bijarte tevdigerin e û mixabin li vê erdnîgariyê piraniya beşên ku ji xwe re dibêjin muxalîf, di mijara mexdûran de bijarte tevdigerin. Îro pir vekiriye ku li Girtîgeha Îmraliyê bêhiqûqî heye, lê gelek derdor, partî, sendîka û rêxistinên ku ji xwe re dibêjin muxalîf, li nasnameya kesê dinêrin û bûyer ji neditî ve tên. Lê ev dikare encamên civakî yên pir girîng avabike. Mixabin em di vê mijarê de pirsgirêkek mezin jiyîn ango di vê mijarê de standartên cot ên muxalefetê heye.  Tenê Kurd, tevgera siyasî ya Kurd û parêzvanên mafên mirovan tecrîda li Îmraliyê tînin li ser ziman.”

'Divê hemû pêkhate ji bo vê mijarê hestiyar bin'

Eren Keskîn, anî ziman wek Komeleya Mafên Mirovan gelek caran ji bo li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin serlêdan kirine, lê yek ji van serlêdanan jî nehatiye qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Herî dawî em wek ÎHD û OHD metnek îmze kir. Me hem ji saziyên navneteweyî re û hem jî ji saziyên navxweyî yên Tirkiyeyê re şand. Mixabin heta îro me tu encam negirt. Li aliyekê niha li girtîgehan grevên birçîbûnê yên bi vê rastiyê hatine destpêkirin hene û dema ku ez meha borî çûm Girtîgeha Amedê girtiyan gotin 'gelekî bi biryar in û ev encamên ku kes nikare pêşbînî bike avabike’. Ev ji aliyê mafê mirovan ve jî tirsnak e. Ji ber vê yekê divê kesên ku li vê endnîgariyê ji xwe re dibêjin muxalîf û hemû beşên civakê yên daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd dikin di vê mijarê de hestiyar bin.”

'Sedema grevên birçîbûne bêdengiya kesên li derve ye’

Eren Keskîn, da zanîn ku wek parêzvanên mafên mirovan grevên birçîbûnê napejirînin û diyar kir ku girtî li hemberî bêdengiya gel çalakiyek bi vî rengî pêk tînin û wiha got:

“Berî her tiştî wek parêzvanên mafên mirovan, greva birçîbûnê ne rêbazek e ku em pêşniyar bikin. Ji ber ku rêbazek bandorek xirab li jiyana mirovan dike ye. Lê mixabin kesên di girtîgehê de difikirin tişta ku herî dawî bikin ew e. Yekane sedema ku îro li girtîgehan mirov bedena xwe birçî re dirazîne, bêdengî û bêbertekbûna raya giştî ya li derve ye. Helbet greva birçîbûnê bi tena serê xwe çareseryek neyne, lê daxwaza girtiyan balkişandina vê mijarê ye. Tê wateya ‘binerin, em canê xwe datînin holê, êdî tiştek bikin’.”

'Heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin dê rewşa aborî baş nebe'

Eren Keskîn, da zanîn divê li dijî pirsgirêkên civakî dengê hevpar bê derxistin û axaftina xwe wiha domand:

“Mane li vê endnîgariyê qeyraneke aborî ya mezin heye? Sedema herî mezin a vê qeyrana aborî, beşek mezin a ji bûdceyê ji bo şer tê xerckirin e, ez ji tu sendîkayan di vê mijarê tu helwestek rast nabînim, dem bi dem tê bihîstin. Dengê hin sendîkên li dijî şer derdikevin, lê divê dengekî hevpar derbikeve. Ango  heta pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin aborî nayê başkirin, vê yekê berî her tiştî divê nûnerên çîna karkeran bînin li ser ziman. Ger ev daxwaz bên bilind kirin, mirovan li girtîgehan jî neçar namînin greva birçîbûnê bidin destpêkirin. Ev pirsgirêk pirsgirêka sereke ya vê erdnîgariyê ye, ger em li vê erdnîgariyê bi demokrasiyê neyên birêvebirin, beşeke mezin a civakê jî di xeta birçîbûnê de ye. Yekane sedema vê yekê şer e, hemû dizane ku ev wiha ye, lê bêdeng dimînin. Li gorî min ev tiştekî pir tirsnak e."

'CHP deyndarê Kurdan e'

Eren Keskîn, diyar kir ku partiyên ji Kurdistanê deng girtine û wekîlên xwe derxistin, guh nadin dengê hilbijêrên Kurd û wiha got: “Li Girtîgeha Îmraliyê bêhiqûqiyek heye? heye. Li vir pir ne girîng e ku kirde kî ye. Mînak çima CHP vê yekê nayne ziman. Bêhiqûqiyek heye, çima li Kurdistanê dengdêrên CHP’ê jî hene. Sezgîn Tanrikulu bi dengên Kurdan wek parlamenterê CHP’ê hat hilbijartin. CHP deyndarê Kurdan e. Mîna AKP'ê. Hilbijêrên Kurd dengê xwe didin AKP'ê jî çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin. Hilbijêrên AKP'ê yên li beşa Tirkiyeyê û dengdêrên AKP'ê yên li herêmê ji hev pir cuda ne, ger em vê yekê zanibin, partiyên siyasî zêdetir dizanin. Ji ber vê yekê divê qebûl bikin ku neçarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber vê jî divê gav bavêjin. Ez hêvî dikim beriya ku li girtîgehan windahiyek nû çêbibe ev pirsgirêk bê çareser kirin û  Girtîgeha Îmraliyê ji hevditînan re were vekirin. Li gorî yasayan ango em ji Tirkiyeyê tiştekî cuda û zêde naxwazin, dibêjin hiqûqa xwe yê navxweyî pêkbîne. Em behsa aqlê dewletek ku hiqûqa xwe ya navxweyî pêknayne dikin. Ji ber vê yekê ji bo avakirina pêvojaya nîqaşkirina demokratik û rast a pirsgirêka Kurd, divê tecrîda li Îmraliyê tê meşandin bê rakirin.”

‘Di pêvajoya aştiyê de min kenê li ser rûyê mirovên li herêmê dît’

Eren Keskîn, diyar kir ku ji sala 1990’an ve parêzvaniya mafên mirovan dike û bûye şahida gelek êşan û tenê Komeleya Mafên Mirovan di salên 1990’an de bi bîr xist û wiha got: “Tenê ÎHD hebû binpêkirinên li Kurdistanê tesbît dikir û dikir rapor. Di her binpêkirinê de me rapor amade kir û me hevdîtin bi mirovan re kir û me serlêdan girt. Êşên gelek giran hatin jiyîn, mirovên ku dibin çavan de hatin windakirin, mirovên hatin qetilkirin, gundên hatin hilweşandin û em ewqas bûn şahidên êşan, tenê di pêvajoya aştiyê de min ruyê mirovên li herêmê bi ken dît. Hemû kes keyfxweş bûn, bi rastî hêviyek çêbû, ev ji bo mirovan çêdibe.”

‘Gelê Kurd û tevgerên siyasî aştiyê dixwazin’

Eren Keskîn bi pirsa ‘demek dikare bibe?’axaftina xwe berdewam kir û herî dawî ev tişt got:

“Aqilê dewletê wê demê pêvajoyek weke ya pêvajoya aştiyê xist dewrê, demek dikare çêbibe. Di vê erdnîgariyê de her kes aştiyê dixwaze. AKP’î bi xwe eşkere dikin ku di vê pêvajoyê de daxwaza gel ji sedî 80 hebû. Demek dikare bibe, ev pêvajo gereke din dewlet bixwaze wê dest pê bike. Gelê Kurd ji xwe vê dixwaze. Tevgerên siyasî yên Kurdan jî vê dixwazin. Mixabin dema ku em li pêkanînan dinêrin, dibînin ku MHP’y di desthilatdariyê de xwedî gotin e û li hemberî ewqas netewperestî û zayendperestiyê em paşve vedikişin. Pêşiya vê hêviyê nayê vekirin lê belê li gorî min divê erdnîgariyê de weke ku min got beşên dibêjin em muxalif in, vê yekê bînin ziman, wê pêvajoyek careke din dest pê bike û kes jî nikare li pêşiya vê raweste.”