NY: Li Sûdanê hezar û 133 kes jiyana xwe ji dest dan

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NY’ê, ragihand ku li Sûdanê ji ber şerê di navbera Hezên Piştgriya Lezgîn û artêşê de 1 hezar û 133 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2,8 mîlyon kes jî ji cih û warên xwe bûne.

Navenda Nûçeyan- Li Sûdanê pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didomînin, duh Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), daneyên ku li Sûdanê ji 15’ê Nîsanê ve ku şer û pevçûnên dest pê kirin berhev kirin parve kir.

'2,8 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûn’

Di daxuyaniya nivîskî ya OCHA’yê de hat destnîşankirin ku li Sûdanê di 11 hefteyên dawî de 15 xebatkarên alîkariya mirovî jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya ku hat parvekirin de li Sûdanê 2 milyon û 800 hezar kes ji cih û warên xwe bûn, hat diyarkirin ku 2 milyon kes di nava welat de ji cih û warên xwe bûn û 615 hezar kes jî koçberê welatên cîran bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî hemû zehmetiyan jî ji bo zêdeyî 2 milyon û 500 hezar kes alîkariyên jiyanê hatin gihandin.

'11 hezar û 796 kes birîndar bûn'

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li Sûdanê li gorî agahiyên ku ji rayedarên herêmî hatin wergirtin hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiş hezar û 133 û 11 hezar û 796 kes jî birîndar bûne.