Lîstikvana sînemayê Afşana Baygan ji bo dozgeriyê hate gazî kirin

Lîstikvana sînema û televizyonê ya Îranî Afşana Baygan ku li dijî hicabeya ferzkirî derket, ragihand ku ji ber kûm bikaraniyê ji bo dozgeriyê hatiye gazî kirin.

Navenda Nûçeyan- Lîstikvana sînema û televizyona Îranê Afşana Baygan ku li dijî hicebeya ferzkirî derker, di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihand ku ji aliyê Şaxa 1088’an ya Dadgeha Îrşadê ve ji bo îfade dayine hatiye gazîkirin.

Afşana Baygan di parvekirina xwe ya li Instagramê de wiha nivîsî:

"Ez berî 2 mehan ji bo temaşekirina Şanoya Kafe Ashagi çûm salona Shahrazadê. Min kûmek ku piraniya serê min digre û tenê beşek por û stûyê min xuya dike bikaranî bû. Niha ji bo ku min kûm bikaranî ji xala 640'an têm sûcdarkirin. Ger ez bê hicab derbikevim kolan e, li gorî xala 638'an dê cezayê pereyan bigrim lê ger ez bi kûm tevlî xwe pêşandanek bim mehkûmê salek cezayê girtîgehê werim kirin.

Di îdianameya ku der barê min hate amadekirin de hatiye nivîsandin ku cezayê ku di xala 638'an de hatiye diyarkirin ji bo min kêm e û ji ber ku ez hunermend im divê muameleya girantir bê kirin. Her wiha doza min sewqî Şaxa 1088’an a Edliyeya Îrşadê hat kirin. Ez beriya salan bi heman kûmê tevlî şanoya Festîvala Fîlman a Facrê bûm û di heman demê de wêneya min jî di qada dijîtal de hat belavkirin. Ma gelo îro bi heman şêwazê cil û berg berdewamkirin sûc e?”