Meclîsa Jinên Sûrîyê rê li ber tevlîbûna qada siyasî ya jinan vedike

Meclîsa Jinên Sûriyê ya bi xebatên xwe pirskirêkên jinan çareser dike, ji jinên eşîran heya komeleyan, meclîsa jinan gelek kes anîn ba hev û rê li ber tevlîbûna jinê ya qada siyasî vedike.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Meclîsa Jinên Sûriyê ya ku di 8’ê Îlona 2017’an de avabûye bi hişmendiya ku doza jinê cîhanî ye karê xwe ber bi dewletên Rojhilata Navîn ve berfireh kir. Meclîsa Jinên Sûriyeyê kongreya xwe damezrînerî li bajarê Minbicê lidarxistin, kongreya duyem di Cotmeha 2018’an de li Dirbêsiyê ya girêdayî navçeya Amûdê li bajarê Hesekê lidarxistin, niha jî di demek nêz de bi beşdariya jinên hemû bajarên Sûriyê amadekariyên kongreya sêyem dikin.

Armanca Meclîsa Jinên Sûriyê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina civakek exlaqî, demokratîk e û jin beşdarî guherîna makzagona nû ya welat bibin ku mafê wan tê de misoger be, her wiha ji bo jin hişyar bibin û xwedî biryarbin û hemû mafên xwe nasbikin hewil dide zemînek çandî ava bike.

‘Jin bi awayek xurt tevlî siyasetê dibin’

Rêvebera Meclîsa Sûriya Demokratîk a Reqayê Suad El-Kurdî derbarê kar û xwebatên Meclîsa Jinên Sûriyeyê de axivî. Suad El-Kurdî der barê peywendî, tevlîkirin û kordînekirinên bi komele û  jinên eşîran de wiha got: “Endamên meclîsê ji hemû herêmên Surye tevlîbûne ji bo keda xwe kom bikin û daxwazên xwe makzagonî bi awayekî pêkanîna mafên jinan misoger dike dînin, ji bo rola wan di civakê de xurt bikin, armanc û prensîbên meclîsê bi wan bidin nasîn armanca me jinên eşîra ne. Meclîs ji bo wêneya rast ya jina azad bigihîne hemû jinên cîhanê kar dike. Têkilî bi sazî û komeleyên jinan ên navdewletî re datîne. Ji bo em rewşa jinan pêşbixin û di warê aborî de xurt bikin bi rêya semîner,civîn, diyalog û workşopan em bi jinên hemû beşan re kom bûn.”

Suad El-Kurdî di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan dike ku herî zêde meclîs hewil dide jinan tevlî qada siyasî bike ji ber ku ev qad ketiye destê mêran û wiha dom kir: “Armanca me a bingehîn beşdariya jinan di warê siyasî de misoger bibe, lê belê gelek astengî li pêş me derdikevin, jin jî ditirsin di qada ku li dijî hişmendiya mêrsalarî ku rê li pêşiya pêşketina jinan digire kar bikin.

‘Bi rêya semîneran jinan di warê zewaca temen biçûk de hişyar dikin’

Rêvebera komîteya kampan Hîba Mihemed der barê kar û çalakiyên wan ên di nava kampan de wiha got: “Bi rêya civîn û semîneran jinên li kampê bandorên neyênî yên zewaca temen biçûk û metirsiyên belavbûna madeyên hişbiran hişyar kirine. Bi hevkariya rêxistin û navendên lêkolînên jinan karê me li kampa Holê li ser guhertina fikra radîkal ya wan jinan û zarokan bûn û ji bo em bibin berhemdar me li gel perwerdeyên pîşeyî piştgiriya wan a derûnî kir.”

‘Li ser mafê parastina jinan disekinin’

Rêvebera Buroya Rêxistinkirinê ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Suhêl El-Senûh jî got: “Ofîsên me li Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Reqa û Minbicê hene. Komîteya rêxistinî kongereyan û rûniştinên diyalogî der barê mijarên girêdayî jinê û mafê jinê de lidardixin. Ew li ser biryaran û zagonên navdewletî yên girêdayî mafên jinan û zarokan û parastina wan disekinin.”