JINNEWS: Di meha Hezîranê de 25 jin hatin qetilkirin

Li gor çeteleya tundîtûjiya beramberî jinê ya ajansa JINNEWS’ê di meha Hezîranê de 25 jin hatin qetilkirin, 27 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Ajansa Nuçeyan ya JINNEWS’ê çeteleya tundîtûjiya beramberî jinan li Bakûrê Kurdistan û Tirkiye di nûçeyên ku di medyayê de derketine kom kirine weşand. Di meha Hezîranê de 25 jin hatin qetilkirin, Mirina 27 jinan ji bi awayek guman kete qeydan.

Tundîtûjiya ku her roja ku diçe zêde dibe, beşek biçûk ya tabloyê di daneyan de hate teyisandin. Jin piştevanî û têkoşînê mezin dikin, lê belê hîna jî berdewam dibin hedefa mêr û desthilata ku wan di parêze.

Bersûc mêrên herî nêzin

Di meha Hezîranê de 3 jin ji aliyê mêrê di pêvajoya hevberdanê de, 2 jin ji aliyê mêrê hevberdayî, 3 jin ji aliyê zarokên xwe ve, 7 jin ji aliyê mêrên pêre zewicî re, 1 jin ji aliyê mirovê xwe ve, 1 jin ji aliyê heval, 2 jin ji aliyê mêrê dest jê berdayî ve, 4 jin ji aliyê kesê nas dike, 1 jin ji aliyê mêrê zavayê xwe ve hate qetilkirin. 

Li gora daneyan; li Îzmirê 6, Dîlok 2, Eskîşehîr 1, Konya 1, Kocaelî 1, Qers 1, Antalya 2, Enqere 2, Aksaray 1, Adana 2, Karabuk 1, Stenbol 2, Manîsa 1, Îzmit 1 jin hate qetilkirin.