Nobeta edaletê di roja xwe ya 655’emîn de ye

Parêzerên Baroya Elîhê, serdana malbata Şenyaşar a di roja 655’emîn Nobeda Edaletê de kirin.

Riha - Nobeta Edaltê ya Emîne Şenyaşar a di encama êrişê xizm û parastvanên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û dû lawên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de jiyana xwe ji dest dan û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû di roja 646’emîn de li ber Edliyeya Rihayê didome. Îro Navenda Mafên Mirovan a Baroya Elîh serdana malbatê kir. Malbatê endamên baroyê bi pankarta “Edalet” pêşwazî kir.

Endamên baroyê ku bi malbatê re demekê Nobeta Edaletê girt, pişt re ji qadê veqetiyan.