Ji bo nûçeyên îşkenceyê neyê girtin înternet hat qutkirin

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan li Îranê ragihandibû ku jinên li Sine hatine binçavkirin rastî tacîz û destavêtinê hatine. Her wiha li bajêr jî bo nûçeyên îşkenceyê neyên girtin înternet hatiye qutkirin.

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Îranê bi îşkence û êrîşên zayendî yên li dijî çalakvan û jinên di bûyerên civakî yên dawî de hatine binçavkirin, ket rojevê. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Îranê di daxuyaniya xwe ya dawî de parve kir ku destdirêjiya zayendî û gefên destdirêjiya zayendî li dijî hemû jinên girtî yên li Sine hatine kirin. Rêxistinê ragihand ku gelek bûyerên destavêtinê li dijî jinên ku di serhildanên gel ên dawî de ji aliyê polîs û leşkerên Îranê ve hatine binçavkirin, hene.

Rapora Çavdêriya Mafên Mirovan di rapora xwe ya li ser tawanên ku ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve hatine kirin de wiha got: "Ev binpêkirin, girtinên keyfî, bêparkirina ji lênerîna pizîşkî û gef, lêdan, tacîz û destdirêjiya zayendîne." Di raporê de hat diyarkirin ku jinek ciwan a 17 salî li midûriyeta polîsan rastî êrîşa zayendî hatiye, lê ji ber ewlehiya wê agahiyên derbarê wê de nayê parvekirin û di bûyerên din ên destdirêjiya zayendî de jî rewşa jinan bi malbatên xwe re nayê parvekirin.

Malbat nayên agahdarkirin

Di raporê de her wiha hat parvekirin ku jina hatiye binçavkirin ji aliyê 6-7 polîsan ve rastî îşkenceyê hatiye, gelek hestiyên wê hatine şikandin û tevî xwîn jê hatiye ew nebirine doktor. Rêxistinê bi bîr xist ku Masomeh ku di 14 saliya xwe de li Tehranê di encama êrîşa zayendî de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê îstîxbarata rejîma Îranê ve rastî êrişa zayendî hatiye û got, “Bi giştî ji rewşa girtiyan, li ku tên girtin û derbarê pêvajoya wan a hiqûqî de malbat nayên agahdarkirin.” Her wiha hat diyarkirin ku jina ciwan a 20 salî ya ku li Karazê hatiye girtin, ji ber birînên giran ên di îşkenceyê de girtiye, rakirine nexweşxaneyê.

Li Sine ev du roj in înternet qut bûye!

Hikûmeta Îranê gelek caran înternetê qut dike da ku rê li ber parvekirina tiştên ku li ser medyaya dîjîtal û înternetê diqewimin asteng bike û hatina gel hev a hemwelatiyan asteng bike. Li gor nûçeya Netblocksê duh û şeva borî înternet li bajarê Sine ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye birîn. Qutkirina înternetê jî li ser grafîkan jî teyisî.