Di Şeva Yeldayê de dirûşmên azadiyê deng vedan

Tevî hemû zextên dewleta Îranê xwepêşander di şeva salê ya herî dirêj ango Şeva Yelda de daketin qadan û daxwazên xwe yên azadiyê careke din berz kirin.

Navenda Nûçeyan – Êrişên ku ji 16’ê Îlonê ve bi qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kiribû, didome. Li gel hemû zext, gef, îşkence, girtin û înfazên dewletê jî gel daxwaza azadiyê dike. Welatiyên ku di serhildanên bi pêşengiya jinan li dora dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li hev civiyan, daxwaza guhertina sîstema rejîma Îranê dikin. Xwepêşandan di şeva 20’ê Kanûnê û 21’ê Kanûnê de, ku bi navê Cejna Yelda tê binavkirin, berdewam kirin. Di şeva Yelda de, ku navê pîrozbahiyên ku zêdetirî 2000 sal in li Îranê di şeva girêdana 20’ê Kanûnê û 21’ê Kanûnê de li Îranê tê pîrozkirin û mizgîniya bidawîhatina kurtbûna rojan, xelkê qad ne tirikandin.

Ceza dan gelek kesan

Serê sibê, xwendekara pilebilind a endazyariya elektirîkê ya zanîngeha Xewace Nasir, Rehane Hadîpûr bi kefaletê  hat berdan. Dema xwendekar serbest hatin berdan jî binçavkirin berdewam kir. Di dema azadkirina Rehane Hadîpûr de, Fernûş Ferzan, xwendekara derûnnasiyê li zanîngeha zanistên rehabîlîtasyon û tendirustiya civakî û Zeyneb Nasirî, xwendekara civaknasiyê li zanîngeha Îsfehanê ku di Cotmeha îsal de hatibûn girtin, 5 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Her wiha xwişka Navid Efkarî ku di sala 1999’an de hatibû darvekirin Îlham Efkarî ji aliyê Dadgeha Şoreş a Şîrazê ve bi tometa ‘Derxistina alozî û bêewlehiyê bi rêya banga bejdarbûna xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê’ cezayê 5 sal yê girtîgehê lê hat birîn û her wiha li Îlham Afkarî derketina ji Îranê û xebatên li qadan hat qedexekirin.

Bi awayekî neqanûnî tên girtin

Xwendekara Hiqûqê ya Zanîngeha Esfehanê Fahmiye Soltanî ku di meha Mijdarê de piştî 6 rojan di hucreya yekkesî de mabû û ji aliyê îstixbarata Muhafizên Şoreşê ve piştî lêpirsînê, şandin Girtîgeha Daulat Abad a Esfehanê. Rewşa Fehmiye Soltanî hîn ne diyar e. Her wiha Îsma Gancînzade xwendekara felsefeyê ya zanîngeha Esfehanê ku di meha Mijdarê de hatibû girtin şandin Girtîgeha Dolat Abanê, niha bi awayekî neqanûnî û bêdem di girtîgehê de ye.

Ceza kirin û serbest berdan

Li gorî nûçeyên di ragihandinan de belav bûne, xwendekarê zanîngeha Amir Kabîr Amir Elî Necar ku di 24’ê Mijdarê de hatibûn girtin, hat berdan. Xwendekarên Zanîngeha Xace Nasir Îrfan Zareî û Arîn Heyderî jî ku di 16’ê Adarê de hatibûn girtin, bi 2 sal cezayê taloqkirinê hatin berdan. Vîdeoya ku tê de Meyşam Mobarhan a ji Urmiyê ku di 8'ê Kanûnê de hat girtin bi zorê 'îtiraf kir', li kanalên girêdayî muhafizên Şoreşê ve hate weşandin. Doza xwendekara Zanîngeha Emîr Kabîr Parsa El-Lavard Taymeh ku di 30’ê Mijdarê de hatibû girtin, sewqî Dadgeha Şoreşê hat kirin.

Kolan bi agirê şoreşê ronî bûn

Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên protestoyî yên berfireh berdewam dikin. Li ser bangawaziyan duh di şeva Yelda de daketin qadan û bertekên xwe yên li dijî rejîma Îranê nîşan dan. Tevî rewşa ewlekarî ya li Rojhilatê Kurdistanê û bicihbûna hêzên leşkerî li tevahiya bajaran, şeva borî li bajarên Sine, Mehabad, Kirmaşah, Îlam, Urmiye, Merîvan, Bukan, Kamiyaran û gelek bajarên cuda xwepêşandan hatin lidarxistin. Li kolanan li dijî rejîma Îranê dirûşme hatin avêtin. Pankartên li dijî Muhafizên Şoreşa Îslamî de hatin vekirin. Hin cih hatin şewitandin û kesên jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Kesên ku daketin qadan gotin ku heta azadiya xwe bi dest nexin wê çalakiya xwe bidomînin.

Pankartên hikûmetê hatin şewitandin

Her wiha şeva borî li Tehran, Kerec, Gohardeşt, Rudbar, Meşhed, Esfehan, Tebrîz, Kum, Şîraz, Kerman, Firozabad û gelek bajarên din xwepêşander daketin kolanan û dirûşmên “Xizanî û gendelî zêde dibe.” pankartên hikûmetê hatin şewitandin, belavok hatin belavkirin. 

3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku hêzên Besîc li navçeya Akbatan a Tehranê gule berdane xwepêşanderan. Têkildarî kuştî û  birîndaran tu agahî nehatine bidestxistin. Herwiha hêzên tepeserker ên Komara Îslamî bi çekên giran êrişî gundekî Îzaxê kirin û di encama vê êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.