Endezyarek jin bi qezaya kar jiyana xwe ji dest da
Li bajarê Silêmaniyê jinek ciwan a endezyar di dema kar de ket nava kenaleke avê û jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Duh di 21’ê Kanûnê de endazyarek jin a ciwan a bi navê Nîna Hesên Rehman dema ku di projeyeke niştecihbûnê de li bajarê Silêmanî kar dikir, ket nava kenala avê û piştî ku bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da.
Yekitiya Endazyarên Kurdistanê li ser hesabê xwe yê fermî yê medya dîjîtal ev nuçe piştrast kir û ragihand ku Nîna Hisên Rehman Mihemed beşa endezyariya avê temam kiriye û di dema ku di projeya nîştecihbûnê ya bajarê Silêmaniyê de kar dikir, ketiye nava kanalek avê û piştî birîndarbûnê jiyana xwe ji dest daye.
Nebûna sîstema tendirustî û parastina xebatê di nava projeyên înşaet û endezyarên herêma Kurdistanê de, bûye cihê rexneyê. Salane gelek karker û endezyar ji ber qezayên kar jiyana xwe ji dest didin, yan jî bi giranî birîndar dibin û tevî vê yekê jî tu tedbîrên parastinê nayên girtin loma jî ev rewş her dem dubare dibe.