Di 120 rojên dawî de 81 hemwelatiyên Belûc hat darvekirin

Rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku di Sîstan û Belucîstanê di 120 rojên dawî de 81 hemwelatiyên Beluc hatine darvekirin û bal lê dikşînin ku ev darvekirin bi sucdarkirinên sexte tên pêkanîn.

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Îranê, ji bo tirsandina civakê bikaranîna cezayê darvekirinê didomîne. Yekemîn diyardeya hikûmetê ya li dijî komên baweriyên cuda, çalakvan û azadîxwazan darvekirin dibe, tenê di 120 rojên dawî de 81 welatiyên Belûc hatin darvekirin. Çavkaniyên mafên mirovan ên Belûc der barê mijarê de daxuyanî da, ragihand ku 81 kesên di girtîgehên cuda yên Îranê de tên ragirtin "bi sûcên sexte hatine darvekirin" û hewil da balê bikşîne li ser mijarê.

Rêxistina mafên mirovan dest nîşan kir ku 43 sal in Komara Îslamî gelê Belûş rastî cudakiriyê bipergalî, xizaniya biperhalî, mirin, bêperwerdeyî, qirkirin û îzolekirinê tîne. Rêxistinê destnîşan kir ku dewleta Îranê hewl dide li hemberî darvekirinan bêdengiyê avabike û banga hestiyariyê kir.