Nobeta Edaletê di roja 827’emîn de ye

Malbata Şenyaşar a di erefeya Cejna Qurbanê de Nobeta Edaletê didomîne, wiha got: “Sê kes ji me di bin axê de û kesek jî ev 5 sal in di hucreya yekkesî de ye. Lê kesên komkujî teşwîq kirin li derve ne.”

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetilkirin û kurêk wê jî bîrindar bû. Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 827’emîn de berdewam dike.

Malbatê ku Nobeta Edaletê li mala xwe ya li Pirsûsê domand, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Cejneke din jî hat. Em çima di vê cejnê de kêm in? Sê kes ji me di bin axê de û kesek jî ev 5 sal in di hucreya yekkesî de ye. Lê kesên komkujî teşwîq kirin li derve ne. Heta ku kesên li Rihayê xwe ‘ser her kesî re dibînin’ werin darizandin dê têkoşîna me bidome.”