'Nifşeke ku lêpirsîn nake û serî ditewîne dixwazin'

Hevseroka Şaxa Hejmara 2 a Egîtîm Sena Amedê Zuhal Sezer der barê projeya ÇEDES’ê de axivî û wiha got: "Armanca sereke ya bloka faşîst a AKP-MHP'ê bi vê projeyê ew e ku nifşeke ku lêpirsîn nake û serî ditewîne mezin bike.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Tirkiyeyê Mela, waîz, pisporê xizmetên olî û mamosteyên qursa Qur'anê yên ku di çarçoveya projeya "Ez Ji Hawîrdora xwe re hesas im, nirxên xwe diparêzim (ÇEDES)" ku di navbera Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB), Serokatiya Karên Diyanetê û Wezareta Ciwan û Sporê de hat îmzekirin de wek 'şêwirmendên manewî' hatin tayînkirin, li xwendekarên li dibistanên MEB’ê 'perwerdeya nirxan' didin.

Bi protokola ku di navbera Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Îzmîrê û Miftiyê Îzmîrê de hat pêkanîn re, di çarçoveya projeya ÇEDES’ê de ji 842 dibistanên seretayî, navîn û amadeyî re di bin navê xizmetên 'şêwirmendiya manewî’ de îmam, muezîn, waîz, pisporê xizmetên olî û mamosteyê qursa Qur'anê hatin tayînkirin. Bi protokol bi tayînkirinên li Îzmîr, Stenbol û Eskîşehîrê hatin kirin re, ket meriyetê. Tê pêşbînîkirin ku ev tayîn li bajarên din jî belav bibin, ji bilî dersa mecbûrî ya Çanda Dînî û Zanînên Exlaqî, li dibistanan 3 dersên din ên girêdayî olê yên mecbûrî hene.

Dayik û bav û perwerdekarên ku diyar kirin li dibistanan ji şêwirmendên manewî zêdetir pêdivî bi personelên tenduristiyê û mamosteyan heye, bertekên li hemberî biryarê berdewam dikin. Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Zuhal Sezer ku em der barê protokola ket meriyetê de axivîn, diyar kir ku armanca bingehîn a van polîtîkayên mezinkirina nifşekî dîndar e û gava hatiye avêtin ne bi armanca 'parastina nirxan' e.

'Bingehên projeyê di sala 2011'an de hatin avêtin'

Zuhal Sezer, diyar kir ku ew baş jî dizanin ku li dibistanan pêdivî bi melayan nîne û destnîşan kir ku ev proje ne projeyek nû ye. Zuhal Sezer, da zanîn ku di sala 2011’an de bingehê îro bi pergala perwerdeya 4+4+4 hatiye avêtin û wiha got: “Di berdewamiya sala 2011’an de sernavên şêwirmendiya derûnî ya xebatkarên me yên perwerdeyê yên ku di sala 2014’an de ji şêwirmendiya derûnî û rêhberiyê mezûn bûne, hatin betalkirin. Di vir de armanc ew bû ku rê li ber xwendekarên ku berê ji lîseyên îmam hatîp qedandine re bê vekirin ku karibin şêwirmendiya manewî bikin. Xwendekarên ku ji lîseyên îmam hatîp qedandibûn, dikaribûn wezîfeyên wek mamostetiya qursa Qur'anê an jî hafiziyê bi cih bînin. Lê belê ji bo ku li vir rê li ber şêwirmendiya manewî bê vekirin, kesên di pîşeya derûnî û şêwirmendiyê de tenê erka xwe ya mamostetiya şêwirmendiyê dikirin. Jixwe li vir xespkirina cidî ya mafan heye, mamosteyên ku ji vê beşê mezûn bûne bi yek sernavê hatine sînordarkirin.”

'Li şûna mamosteyên ku li benda tayînkirine ne, ji melayan re budçe tê veqetandin'

Zuhal Sezer, anî ziman ku erka dawî ya li dibistanan pêwîstî bê dîtin şêwirmendiya manewî ye û da zanîn ku pêdiviya derûnînas an jî xebatkarên tenduristiyê li dibistanan ji melayan zêdetir e. Zuhal Sezer destnîşan kir ku divê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî li şûna Diyanet an jî muftîtiyê bi Wezareta Tenduristiyê re protokolê îmze bike. Zuhal Sezer, diyar kir ku ew weke Egîtîm-Senê di her pêvajoyê de vê daxwazê ​​dikin û axaftina xwe wiha domand: “Bi bêwesfkirina mamosteyên şêwirmendiya derûnî û rêberiyê, hewl didin vê valahiyê bi şêwirmendên manewî tijî bikin, bi temamî xespkirina mafan e. Her wiha dema ku bi sedhezaran xebatkarên perwerdeyê yên li benda tayînkirinê heye, ji wan re budçe cudanekirin û li şûna wan meleyan tayînê li dibistanan kirin, îsbata wê yekê ye ku girîngiya perwerdeyê çiqas ji nedîtî ve tê.

'Em gotina nirxên samîmî nabînin'

Zuhal Sezer bal kişand ku bi polîtîkayên bi vî rengî re armanca sereke ya desthilatdariyê ne parastina 'nirxan e' ku wek tê gotin e û wiha got: "Dema van şêwirmendan tayîn dikin gotinek 'nirxên me hindik in’ jî dibêjin, elbet divê nirxên mirovî û berxwedana psîkolojîk bên hîn kirin. Lê belê kesên ku dê vê yekê bidin hînkirin ne şêwirmendên manewî, derûnînas in. Zîhniyeteke ku behsa van nirxên xwe dike perwerdeya bi zimanê dayikê paşguh dike, di heman demê de pêşketina ruhî ya zarokan astengkirina vê, bi salan e tê paşguhkirin. Ji ber vê yekê em vê gotina 'nirxê' samîmî nabînin."

'Nifşekî ku jêpirsin nake û bîat dike dixwazin'

Zuhal Sezer a got, "Armanca sereke mezinkirina nifşê oldar e" diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê dê bi "nifşa oldaran" a tê mezin kirin dê bigihêje tiştên ku dixwazin. Zuhal Sezer da xuyakirin ku 'nifşa oldar' dê bi bandorkirina nifşên din jî vê ferasetê berdewam dike û wiha got: "Bloka faşîst a AKP-MHP'ê hewl dide civakeke bi nifşekî ku nikare bifikire, muhakeme nake, îtaet bike ava bike. Li gorî wan ji bo afirandina civakek li gorî vê yekê rêya herî tendurist saziyên perwerdeyê û zarok in. Bi zêdekirina dersên olî û ferzkirina dersên hilbijartî wek dersên olî, hewl didin ku di jiyana zarokên me de bi tevahî perwerdeyeke olî biafirînin. Vê pergalê Afganistan, Îran an Pakistan pêktîne, lê Tirkiye welatekî bi komarê re tê rêveberîn e. Îro pêwîstiyên vê tê paşguhkirin û biryarên keyfî tên girtin."