Nêzîkî 200 xwendekarên jin li Afganîstanê perwerdeya veşartî dibînin
Li bajarê Herat ê Afganîstanê komek perwerdekar bi dizî perwerde didin nêzî 200 zarokên keç.

Navenda Nûçeyan – Li Afganîstanê komek mamosteyên bajarê Heratê bi dizî dersê didin 200 xwendekarên zarokên keç ên polên 7 heta 12 piştî ku Talîbanê xwendina jinan li hemû zanîngehên taybet û giştî yên welat qedexe kir.
‘Wêrekî hewce dike’
Yek ji xwendekaran anî ziman ku ruxmê tirsa ew dijî ji çûyîna dibistanê kêfxweş e û got, “Dibe ku talîban her kêlî êrişî dibistana me bike, erkdar û mamosteyên dibistanê bigre lê di vê demê de wêrekî hewce dike.”
Bang li midûrên dibistanan
Rayedarên dibistanê tekez kirin ku ew encamên vekirina dibistanan û perwerdehiya veşartî ya keçan dizanin, lê divê li dijî neheqiyê rawestin. Berpirsên dibistanê diyar kirin ku hêjayî xeterê ye ji bo paşeroja zarokên keç û bang li midûrên dibistanan kirin ku li dijî zextên Talîbanê serî netewînin.