Li Îngîltereyê dê jin ji bo serhildana li Îranê meşek li dar bixin
Li Îngîltereyê Kolektîfa Jin Jiyan Azadî dê di 28’ê Çileyê de li paytexta Îngîltere Londrayê meşek li dar bixe.

Navenda Nûçeyan – Li îranê, serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, bi pêşengiya jinan didome. Ji bo serhildana ku bala hemû cîhanê kişandiye ser xwe, piştgiriya jinan a navneteweyî jî mezin dibe.
Li Îngîltereyê Kolektîfa Jin Jiyan Azadî daxuyaniyek da û bal kişand ku serhildana bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Rojhilat dest pê kiriye, li hemû cîhanê belav bûye û hat diyarkirin ku hemû gelên Îranê xwedî li vê serhildanê derketine.
Di daxuyaniyê de bang li Kurd, Fars, Beluc, Azerî û gelên din ên li Îranê dijîn, hemû gelên cîhanê û aliyên ku li Îngîltereyê daxwaza azadiyê dikin, hat kirin ku di piştgiriyê bidin û tevli meşa ku dê di 28’ê Çileyê de li Londrayê were lidarxistin bibin.