Li dijî tecrîdê Nobeta Azadiyê didome
Çalakiya Nobeta Azadiyê ya li wargeha penaberan a Mexmurê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî bû, di roja 43’emîn de didome.

Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 24 sal in li girtîgeha Îmralê di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Tevî hemû serlêdanan ji bo hevdîtinê tên kirin jî, ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo dawî anîna tecrîda mutlaq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Azadiyê hat dest pê kirin. Nobeta Azadiyê ya bi dirûşma ‘Duh derbas bû, sibê dereng e, hema niha em ê tecrîtê bişkînin’ li Sazîya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja xwe ya 43’emîn de didome.
Çalakî îro ji aliyê koma 43’emîn ve hat dewirgirtin. Beriya merasîma dewirgirtinê destpê bike ji bo tevahî şehîdên şoreşê rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 43’emîn Endama Têkiliyên Karên ji derve yên Meclîsa Îştar Leyla Arzu Îlhan axivî û wiha got: “Wek gelê Kurd û hemu dostên gelê Kurd em dizanin ku ev 24 sal e di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd û mirovahî tê tecrîd kirin. Ev tecrîd û îşkenceya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wek sîstema tecrîd û îşkenceya Îmralî hatiye binav kirin wek gelê wargeha Mexmûr bi taybet wek komîteya perwerdeyê, şermezar dikin. Tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bûye tecrîdek sîstematîk ku her roj bi hincet û bêmafiyên cuda gelê Kurd di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê tecrîd kirin.”
‘Armanc dîlgirtina tevahî civakê ye’
Leyla Arzû Îlhan bal lê kişand ku ev 22 meh in bi ti awayê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin wiha domand, “Em dizanin ku ger ev 22 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin sedem ew e ku hêza desthiladar û kapîtalîst di qirîzek mezin ya pergalî de jiyan dike. Ji bo ku bikare xwe ji vê qirîza pergalî rizgar bike êrişî hêzên azadîxwaz, têkoşer dike û em dizanin li hember sîstema kapîtalîst kesayeta ku herî zêde li berxwedayî, têkoşîn dayî meşandin û bi xwere civakê kirî nav têkoşînê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Armanca wan ew e ku sîstema Îmraliyê bikin, sîstema teslîmgirtina civakê di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de. Lê me dît ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe planên hêzên dagirker vala derxist. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pergala Îmralî ya ku hêzên desthilatdar kiribû cihê teslîm girtinê kir cihê bilindkirina têkoşînê.”
Piştî merasîma dewirgirtinê semîner hat dayîn.
‘Em ê li dijî dewletên faşîst têkoşîn bikin’
Hulya Bîlen a beşdarî nobeta azadiyê bûbû, der barê nobeta azadiyê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de wiha axivî: “Em ê têkoşîna xwe billind bikin û em ê sala 2023’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Emê li beramberî hemu dewletên faşîst û dewletên ku ji bo tecrîdê alîkarî didin têkoşîn bikin. Em jî wek jinên wargeha Mexmûr hewl bidin bi hemu cure çalakî û têkoşînê li hember faşîzm û dewletên dagirker çalakiyên xwe bi awayek serkeftî bi dest bixin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayek fîzîkî azad bidin. Ger mirov temaşe bike di nava dîrokê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan maf û mîsyonek gelek mezin daye jinê, bi taybet jî jina Kurd. Em di vê derê wek jin hewl bidin ku vê mîsyon û rola ku dayî me em di nav civakê de bi awayek serkeftî pêşbixin. Em ê hewl bidin ku rolê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî me di nav civakê de em ê xweşî, aramî û wekheviyê dinav civak, giştî Rojhilata Navîn û Cîhanê de belav bikin.”