Li Îranê komkujiyên jinan bê ceza dimîne!

Li Îranê ji ber yasayên dijminane yên li dijî jinan, komkujiyên jinan û tundûtûjî bi destê dewletê û alîkariya wan zêde dibe. Li welat ji derveyî cînayetan, di mirinên bi guman û intaharan de zêdebûn heye.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê sala bûrî komkujiyên jinan zêde dibe, lê piştî qetilkirina Jina Emînî serhildanên ku li giştî welat destpê kirî, di nava civakê de di qetilkirinên jinan de kêmbûn hat ditîn, vêcarê di serî de zextên dewletê bandora faktorên cûda û di mirinên bi guman yên jinan de zêdebûn heye.

Polîtakayên bê cezayî dom dike

Di hema demê de li Îranê li beramberî komkojiyên jinan polîtakayên bê cezayî bi awayek aşkira xwe dide der. Doza Mona Heydari ya 17 salî ku li Îranê hatî qetilkirin, di 18’ê Çileya 2023’an de hate ditîn. Di vê dadgehê de cezayek weke xelat dan bikuj. 8 sal û 8 meh cezayê girtîgehê dan bikujê Mona Heydari.

Jinan berbi întaharê ve dibin

Piranî jin di dozên êrîşên zayendî û tacîzan de gilî nakin. Dema ku gilî dikin destpêkê yasa û di nava civakê de dibi hedef û berbi intiharê ve tên birin. Jinên ku rastî êrîşên zayendî û tacîzê tên, deam ku vê tînin ziman ji aliyê ferd malê yê mêr ve weke qirêjbûyî dibîne û qetilkirina wan normal tê dîtin.

Îstatîstikên Tendirustiyê nine

Li welat tu çavkaniyên tendirûstiyê yên ku mirov xwe bigihîne îstatîstikek ku komkojiyên jinan û berbi intiharê ve birin û yan jî kuştinên jinan yên bi guman nîne. rêxistinên mafê mirovan bi belgekirina ew komkojiyên ji aliyê dewletê ve hatie kiri gelelk pirsgirêkan dikêşin û ji bo vê ji civakê re aşkira bike gelek zoriyan dikêşin. Di heman demê de qutkirinên internetê û astengkirina parvekirinan de astengiyan çêdikin.

Jin hatin qetilkirin

Li Îranê komkojiyên ku hatin jiyan kirin bi vî awayî ne:

Di destpêka mehê de jinek bi navê Mehrnoosh, ji aliyê bi navê mêrê Nader ku nasdike ve hat qetilkirin. Zarokek keç ya 16 salî jî ji aliyê bav û mamê xwe ve bi gotina li ser medyaya dijîtal bi mêrêkî ve diaxivê hat qetilkirin. Li gundê Bazgar ê girêdayî navçeya Sarpol Zahaba Kirmaşanê jina binavê Arzo Mehrabî ya 30 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku jin ji ber pirsgirêkên xwe yên derûnî întîxar kiriye. Du zarokên keç ên ku xwendekarên pola sêyem a dibistana navîn a dibistanên herêmî yên bajarê Sinê, li ser pira Şalman hewl dan xwe întîxar bikin. Yek ji van zarokan jiyana xwe ji dest dan. Li Merîwanê jina bi navê Sogharî Noûrî ji aliyê hevjînê xwe yê berê Ebdullah Bagemd ve hat qetilkirin. Mirina Maryam Rahîmsûrî ya li Mehabadê dijî jî bi guman hat dîtin. Li navçeya Pakdasht a paytext Tahranê jinek ku navê wê nehat zanîn ji aliyê mêrê pê re zewicandî bû ve ji pacê avahiyê hat avêtin û hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku li Elborzê jî jinekê hevjînê xwe yê tundî li dijî bikardanî, mafê xwe ya parastina cewherî bikaranî kuşt û piştre jî întîxar kir. Li Meşhedê hemşîreya bi navê Meryem B. di encama tundiya hevjinê xwe de hat qetilkirin.