‘Neteweya demokratîk ji bo hemû cîhanê modela çareseriyê ye’

Jinên Dêrazorê diyar kirin ku paradîgmaya neteweya demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, ji bo hemû cîhanê modela çareseriyê ye û bal kişandin ser guherînên jinan.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî paradîgmaa kapîtalîst, otorîter, netewdewletê weke alternatîf paradîgmaya neteweya demokratîk pêşniyar kir. Der barê mijarê de hevseroka Konseya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Duha Al-Salah nirxandin kir.

Duha Al-Salah da zanîn ku li dijî guherîna demokratîk girîng e paradîgmaya neteweya demokratîk bikeve meriyetê û got: “Paradîgmaya neteweya demokratîk, bingeha rizgariya gelan û gihandina cihên baştir e. Mîrasa dîrokî ya gelan bi vê paradîgmayê dikare bikeve bin temînatê.”

Duha Al-Saleh diyar kir ku ev paradîgma ji bo pêwîstiyên gelê ku di nava şer de ye û hêviyên wan hatiye destpêkirin û got: “Li dijî rêveberiyên din, gel li dora paradîgmaa neteweya demokratîk kom bûne, bi reng, ziman û çanda xwe jiyanê berdewam dikin. Ev proje ji bo parstina destkeftiyên dîrokî yên neteweyan sûdek e, di heman demê de hêzê dide.”  

‘Jin bingeha civakê ne’

Duha Al-Saleh destnîşan kir ku jin bingehên civakê ne û wiha domand: “Jin ji bo pêşxistina civakê ketine rê. Hêzên qirker ji dîrokê ve heta niha di ferqa bandora jinan a li ser civakê de ne û ji ber vê jî her dem jinan dikin hedef. Di dîrokê de em dibînin welatên qirker her dem hewl didin rola jinan vala derbixin û wan tune bikin. Rêber Abdullah Ocalan her dem balê dikşîne ser rola jinan di rêveberiya civakê de, rewşenbîrî û ronesansa siyasî. Jin li vê derê ne tenê dayik in, di her warî de di nava kar û xebatan de ne. Dema em li çeperên şer dinêrin dibînin ku jin gelek bikêrhatî ne û di heman demê de em dibin şahid ku çavkaniya jiyanê ne.”  

‘Ev paradîgma modeleke nû ye’

Seroka Komîteya Jinan ya Konseya Sivîl a Dêrezorê Fatîma Huseyîn bal kişand ser girîngiya vê paradîgmayê û got: “Paradîgmaya neteweya demokratîk li gel modelek nû ye, li hemû welatên cîhanê modeleke mînak e. Xala herî bi hêz a projeyê rola bingehîn digre dest. Li gel vê projeyê di hemû saziyan de û di her qadê de paradîgmaya hevserokatiyê pêk anî. Di dîroka jinan de weke vecinîqînekê em dinirxînin. Jin di aliyê aborî, leşkerî û siyasî de di rewşa pêşketinê de ne. Jin li aliyekî di çeperên şer de gel û civakê diparêzin, li aliyê din jî di her qada jiyanê de rêxistinbûna xwe mezin dikin.” 

Fatîma Huseyîn da zanîn ku paradîgmaya neteweya demokratîk destpêkê hemû Sûriye û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo Rojhilata Navîn modela çareseriyê ye û got: “Bi paradîgmaya ku ketiye meriyetê, jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di kesayeta wan de pêşketinek girîng çêbûye. Jin bê parastin û cihêkar bûn lê belê niha hemû jinên di saziyan de em dibînin ku gihîştine asteke baş û dikarin biryaran didin.”