Li Stenbolê li dijî dêrê êriş hat kirin

Di êrişa roja Yekşemê ya li Dêra Santa Maria ya Sariyer a Stenbolê de kesek jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Li Dêra Santa Maria ya navçeya Sariyerê ya Stenbolê di merasîma roja Yekşemê de ji aliyê 2 kesên bi maskeyên berfê êrişeke çekdarî hat kirin.

Di dema ayînê de 2 kesên ku maskeyên berfê li xwe kiribûn ketin dêrê û gulebaran kirin. Yên di dêrê de ji bo ku xwe biparêzin di dema êrişê de xwe avêtin erdê. Di dema êrişê de kesekê ku ji serê xwe birîndar bû jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya der barê êrişê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da. Yerlîkaya diyar kir ku di êrişa ku derdora seat 11.40’an de hat kirin de C.T. yê ku di nav kesên beşdarî merasîmê bû de jiyana xwe ji dest da.