'Divê em feraseta mêr ku jin û xwezayê kedxwarî dikin biguherînin'

Endama Akademiya Jineolojiyê Alya Osman, diyar kir ji bo bibin parçeyek ji xwezayê û bi wê re bijîn divê jiyana azad bê bidestxistin û wiha got: “Divê feraseta mêr ku jin û xwezayê kedxwarî dikin bê guhertin.”

DELAL REMEZAN

Hesekê- Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Endama Akademiya Jineolojiyê Alya Osman, da zanîn di nava feraseta serwer a mêr de jin û xweza tên kedxwarî kirin. Alya Osman, diyar kir jin û xweza di dîrokê de rastî gelek êrîşan hatine û got girêdana jinê ya bi xwezayê re xurt e û destnîşan kir bi awayekî ji hev du serbixwe neyên dest girtin.

'Divê em feraseta mêr biguherînin'

Alya Osman, diyar kir ji ber polîtîkayên pergalên serwer ekosîstem xirab dibe û ji bo azadiya jin û xwezayê çi pêwîste bê kirin û wiha got: "Rizgarî ne tenê avêtina pankart û dirûşmeyên şermezarkirina kedxwarîkirina jin û jîngehê. Divê em feraseta mêr ku jin û xwezayê kedxwarî dike biguherînin. Ji ber ku di vê qadê de tu pêşketin pêknehat, karê me ya yekemîn zêdekirina hişmendiya ekolojîk e. Girînge ku mirov li gorî xwaza tevbigere. Xebata me li ser bingeha mirov bi hev re bijîn û bi hawîrdorê re dinava têkiliyê de bin.”

'Ji bo avakirina civakek tendurist divê rola jinê ya di civakê de bê piştgirî kirin’

Alya Osman, diyar kir herêm di bin guherîna demografiyê de ne û wiha got: “Ji ber vê yekê ji bo mirov meyla xwe ya ekolojîk pêk bînin bi hev re û bi xwezayê re bijîn. Ji bo azadiya jinê û hişmendiya li hemberê jîngehê zêde bikin, divê projeyên nû bên destpêkirin. Dema ku em serdana cihekî dikin, bi saya lênêrîna ku ji xwezaya ku wê dorpeç dike, em ruh û îradeya jinê ya li wir dibînin. Ji bo em jiyanek bi tendurist ava bikin, divê bi lezginî rola jinê ya di civakê de bê piştgirî û pêşxistin.”

'Ya ku çandiniyê keşif kirin jin in’

Alya Osman, bi gotinên “pêwendiya azadiya jinê û ekolojiyê ji bo pêkhatina civakek azad û demokratîk gaveke girîng e” axaftina xwe domand û wiha got: “Dema jin azad bibe em bi hemû pêkhateyên xwe civakek ekolojîk pêk tînin. Yên ku di civaka neolîtîk de çandinî keşif kirin, jin bûn. Bi vî awayî hem karîbû karê xwe bi rê ve bibe, hem jî bi xwezayê re bê ku bibe bar û tune bike têkiliyeke nêzîk ava kir. Şêwazên jiyanê yên ku jin di derdorê de dişopînin, mijarên ku divê em jin pê eleqeder bibin e. Her ku hay jê hebûna jinan zêde dibe, derdor û xweza jî zindî dibe. Di vê wateyê de her projeyek pêwîstî bi bingehên zanistî yên hawîrdor û civakî heye. Ev jî dikare bi perwerde, hişmendîkirin û bernameyan were bidestxistin."

'Xweza cihê me ya jiyanê ye'

Alya Osman, diyar kir ku ji bo bibin parçeyek ji xwezayê û bi wê re bi hev re bijîn divê jiyana azad bê bidestxistin û wiha got: “Xweza cihê me ya jiyanê ye. Mirovên ku bi jingehê xwe re di nav ahengiyê de ne, hem bi mirovên bi hev ra dijîn û hem jî bi jingeha xwe re mirovên aştîxwaz in."