Li Şengalê hefteya xwendinê bi dawî bû

Li Şengalê di çarçoveya pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ hefteya xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi dirûşmeya, ‘Parêznameyên min li kuderê bin ez, li wirim’ bi dawî bû.

Şengal- li Serdeşta Şengalê Di çarçoveya pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ hefteya xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi dirûşmeya, ‘Parêznameyên min li kuderê bin ez, li wirim’ hatibû destpêkirin bi beşdariya Meclisa Jin, Meclisa Gel û ciwanên Serdeştê bi dawî bû. Girseya gel eleqeyeke mezin nîşanî parêznameyan û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dan.

‘Jina Êzîdî ji fikrê Rêber Apo hêz girt’

Di kombûnê de Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir axivî û wiha got: “Piştî naskirina fikrê Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan jina Êzidî hêz girt, xwe û civaka xwe parast. Rêber Apo dibêje pêwîste tu kes koletiyê qebûl neke, divê em jî jibîr nekin. Piştî naskirina vî fikrî şoreşgerên civaka Êzidî derketin û ciyayê Şengalê parastin, pêwîste tu kes vî tiştî jibîr neke. Cîhan hemû jî li dijî me bisekine, em li ser vî fikrî xwe perwerde dikin û emê civaka xwe biparêzin. Em dibêjin serkeftin ji civaka Êzidî re, Azadî ji serokatî re û xweserî ji şengal re.”

 ‘Fikrê Rêber Apo riya azadiyê ronî kir’

Her wiha Endama Meclisa Jin ya Serdeşta Şengalê Felek Nayif da zanîn ku di şengalê de çiqas fikrê Abdulah Ocalan bê xwendin ewqas jin ber bi azadiyê ve diçe û wiha got: “Ev hefteyeke ku fikrê Rêber Apo di nava Şengalê de tê xwendin. Rastiya xwe heye her kesekî ku vî fikrî dixwîne riya azadiyê jê re zelal dibe. Tê zanîn me weke civaka Êzidî fermanek jiyan kir, wê demê ev fikir nedihat naskirin. Lê belê îro li her derê li ser vî fikrê azad perwerde têne dayîn. Ev dibe sedemek ku ciwan hîn zêdetir bi civaka xwe ve bêne girêdan û ji bo azadiya civaka xwe, xwe pêş dixin. Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin û çi ji destê me were emê bikin.”

‘Jin êdî bûye xwedî lêgerînek azad’

Êrîvan Ezda a ku beşdarî xwendinê bûye diyar kir ku armanca wan ji xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan zanekirina civakê ye û hîn zêdetir nasikirina wî ye û wiha got: “Li seranserî Şengalê me bi navê hefteya xwendinê pêngavek destpê kiriye. Em pirtûkên Rêber Apo dixwînin ji bo ku hîn zêdetir fikir û felsefeya wî di nava civaka me de bê naskirin. Îroj li Serdeşta Şengalê roja dawî ye. Fikir û felsefeya Rêber Apo beriya fermanê di nava civaka me de nebû, ger ku hebiya dê ferman nehata sere civaka me.. Piştî naskirina vî fikrî asta zanebûna me pêşde çû. Jin ne weke jina berê ye, êdî bûye xwedî lêgerînekî azad. Silav û hezkirinê xwe ji Rêbetiya xwe re rêdikin û em soz didin ku emê tekoşîn bikin heta ku em Rêberê xwe li çiyayê Şengalê bibînin.”