Li Efganistanê cenazeya 7 jinên bi îşkenceyê hatine qetilkirin hat dîtin

Li Efganistanê Talîbanê, dest bi binçavkirina jinên ku li gorî qurala hicabeyê ferzkirî tevnegerîn kir. Hate diyarkirin ku hin jinên hatine binçavkirin bi îşkenceyê hatine qetilkirin û li Kabîlê cenazeyên 7 jinên rastî îşkenceyê hatine, hat dîtin.

BAHARİN LEHİB

Efganistan- Talîbanê ku li Efganistanê rêveberiya welat desteser kir, pêkanînên xwe yên dijî mirovahiyê yên li dijî jinên ku di serî de jiyana kar û qadên perwerdehiyê hemû qadan girt, didomîne.Hate hînbûn Talîbanê ku ferzkirina zewacên temana biçûk, zû yan jî bi darê zorê berdewam dike, di çend rojên dawî de li paytext Kabîl û bajarên din jinên ku li gorî qurala hicabeya ferzkirî tevnagerin  binçav dike. Hate diyarkirin Talîbanê hin jinên binçavkiriye jî bi îşkenceyê qetilkiriye.

Cenazeyê 7 jinan hatine îşkence kirin hate dîtin

Li aliyê din li gorî vegotina şahidên bûyerê, li navçeya Paghman a Kabîlê cenazeyên 7 jinên ciwan ên hatine îşkenceyê kirin hate dîtin. Şahidên bûyerê, diyar kirin qirika cenazeyan hatiye birîn û wiha gotin:

“Hemû medya di bin kontrola Talîbanê de ne û destûr nadin sûcên wan bên eşkerekirin. Di heman demê de ji berdevkên Talîbanê Zabiullah Mucahid jî bi awayekî bêşerm binçavkirin û qetilkirina jinan derewand. Ji bilî qetilkirina jinên hatine girtin, hinek ji wan bi dayîna kefalet û pereyên giran ji girtîgehê derdikevin."

'Cenazeya xaleta min a ku 2 rojan di bin çavan de ma hate teslimkirin'

S.F. da zanîn xaleta wê ji ber hicab nebikaranî hat qetilkirin û wiha got: “Beriya çend rojan xaleta min çû market e. Ji ber ku hicab bikarneanî hat girtin. Piştî ku 2 roj û 2 şevan di çavderiya Talîbanê de ma, cenazeya wê ji me re hate dayîn. Li ser bedena wê şopên îşkenceyê hebûn. Piştre gef li me xwarin ku divê neaxivin û hate gotin ger em biaxivin wê encamên baş dernakevin.” 

'Zaroka keç a li kêlaka min zorê birin’

Jineke din a ji Efganistanê jî da zanîn bûye şahid zarokek keç li kêlake wê ve hatiye revandin. Jina ku ji ber ewlehiya xwe navê xwe neda, wiha axivî: “Min li gorî qurala hicabeya ferzkirî tevger dikir. Beriya çend salan bi zarokekî keç a bin 15 salî re  ji bo nan bikim çûm Navaiyê. Zaroka keç a li gel min zorê birin û we suharê wesayita xwe kirin. zaroka ke. diqîriyan û dema kesên derdor bertek nîşan dida bi çekê rastî gefan dihatin. Ji jinan A.Z. jî, diyar kir Talîbanê du roj berê li taxa wan avêt mala dayik û keça wê û wiha got: “Di serdegirtinê de keçika li malê bi xwe re birin. Dayîka keçik jî derp kirin.”

'Ji bo berdana xarziya min pereyek zêde xwestin'

G.L. da zanîn keça xwişka wê ji ber ku nebikaranîna hicabe hatiye girtin û wiha got: "Dema keça xwişka min bi xwe re birin, peyamek avêtin ku ji malbatê 4 kes werin. Garantî dan ku wê heta êvarê berdin, her wiha pereyek zêde jî xwestin. Divê xwişka min pere daba û keça xwe ji lepên van hovan rizgar bike." G.L, diyar kir Talîbanê bi sûcên pêktîne re dixwaze tirs ava bike û jinan dixe bin zextan û wiha axivî: “Lê belê em jin êdî van pêkanînan qebûl nakin. Ji bîr dikin ku em ê derkevin qadan û dest bi têkoşîne bikin. Hêrsa me wê qet xilas nebe.”