Nameya Bahareh Hedayat ya girtî: Yekane rê berxwedan e
Ji çalakvana mafên zarokan Amna Zamanî ku 3 meh berê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin tu agahî nayê girtin û Bahare Hedayat, çalakvana girtî ya li Girtîgeha Evînê de, nameyek nivîsand û got, “Divê ev rejîm biçe, yekane rê berxwedan e.”

Navenda Nûçeyan – Tu agahî ji çalakvana mafên zarokan a Îranî Amna Zamanî ku berî niha 3 mehan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin, nîne. Li gorî agahiyên saziyên mafên mirovan û malbata wê, Amna Zamanî ya ku beriya 3 mehan hatibû binçavkirin, nayê zanîn li ku derê tê ragirtin, di vê demê de tenê 3 caran destûr hat dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji xizm û parêzerên Amna Zamanî re nehat gotin ku çalakvan çima hatiye girtin û li ku tê ragirtin. Tê zanîn ku piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildanên ku bi “Jin, Jiyan, Azadî” destpê kirî, rejîma Îranê kir hincet û bi deh hezaran kes binçavkir û girt.
Bi nameyek berxwedanê silav kir
Ji ber êrîşên li Îranê yên li dijî gel ji gelek aliyan ve bertek tên nîşandan. Çalakvana girtî Bahare Hedayat jî bi nameyek gelê ku li Îran û Rojhilat li berxwe dide silav kir. Bahare Hedayat ji ber xebatên xwe yên aktîvîst ên berê dabû meşandin, 7 sal di girtîgehên rejîma Îranê de ma. Bahare Hedayat a herî dawiyê ji ber protestokirina pêkanînên rejîmê 4 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, niha li Girtîgeha Evînê girtî ye.
'Divê ev rejîm biçe'
Bahareh Hedayat a ku dibêje yekane rêya li dijî rejîmê berxwedan e, bal dikişîne ku pêşengiya şoreşê jî jinan pêk tîne. Behare Hedayet di berdewamiya nameya xwe de wiha dibêje: “Komara Îslamî ya Îranê di her firsendê de datîne holê ku dijminê welat e. Xwezaya vê hikûmetê û çarenûsa ku tîne hilweşîne û tekez divê biçe. Ji holê rakirin û rûxandina vê rejîma kujer helbet xeternak e û em ê wek gel berdêlên giran bidin. Reva ji bedel dayînê û rû bi rû mayîna bi xetereyan, ne gengaz e. Gel li kolanan diyar dike ku ew pêkanînên rejîma heyî qebûl nakin û ew ê qebûl nekin. Ev nayên paşguh kirin. Ev tevger û dirûşmeya ku îro hêvî dide, dide xuyakirin ku ev nifş çiqas daxwazên zelal li kolanan in. Xwepêşandan ji dilê gel tê. Em polîtîkayên qetlîamê yên li dijî berxwedêrên li kolanên Îranê tên meşandin şermezar dikin û ev rêbazên çewisandina bi xwîn li girtîgehan jî tên meşandin. Rûxmê zext hebin jî divê welatî hestyariya xwe winda nekin.”
Ciwanên Sinê: Me ya rast dît û dîrok xwend
Komek ciwanên şoreşger ên Sinê jî di daxuyaniya xwe de balkişandin ku divê dawî li darvekirina li Îranê tê jiyîn bê anîn. Ciwanên şoreşger ên Sinê diyar kirin îdamê ku bi dehan sal in li Îranê tê bikaranîn, nikare pêşî li derçûyînên şoreşgerî bigre û wiha hat gotin: “Me ya rast dît û me dîrok jî baş xwend. Em ciwanên hişmendiya ku hûn nikarin di dadgehên yek deqeyî de qetil bikin in.”
‘Em di zanebûna berpirsyariyên xwe de ne’
ciwanên şoreşger ên Sinê her wiha di daxuyaniya xwe de peyama “Em ê kolanan neteriqîn” dan û ragihandin ku çalakiyên xwe berdewam bikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ê her roj bi hêztir derbikevin kolanan. Em ne tenê li dijî Komara Îslamî, li dijî zilm, kedxwarî, xizanî û her cure feraseta kedxwar di hişmendiya berpirsyariyên xwe de ne.”