Li dijî tecrîdê Nobeta Azadiyê didome
Çalakiya Nobeta Azadiyê ya li wargeha penaberan a Mexmurê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî bû, di roja seyemîn de didome.

Mexmur – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 24 sal in li girtîgeha Îmralê di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Tevî hemû serlêdanan ji bo hevdîtinê tên kirin jî, ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo dawî anîna tecrîda mutlaq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Azadiyê hat dest pê kirin. Nobeta Azadiyê ya bi dirûşma ‘Duh derbas bû, sibê dereng e, hema niha em ê tecrîtê bişkînin’ li Sazîya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja xwe ya seyemîn de ye.
Çalakiya Nobeta Azadiyê dê her roj bi dewir girtina komeki berdewam bike. Çalakî îro bi ji aliyê jinên semta şehîd Elî Şer ve li Saziya Malbatên Şehîdan hate dewirgirtin. Beriya merasîma dewir girtine ji bo tevahî şehidên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, Rûxweş Efrîn li ser armanca pêkanîna çalakiyê axivî û wiha got: “Em wek şeniyên wargeha Mexmûrê van çalakiyan piştgirî dikin. Heta em agahî ji Rêbertî ya xwe bigrin, çalakiyên me berdewam bike. Em der barê rewşa Rêbertiya xwe de bifikar in. Em diwazin di demek herî nêz de der barê Rêber Apo de agahiyek bigrin. Em bang li tevahî cîhanê dikin bila derbikevin qadan û çalakiyan pêkbînin. Em wek gelê wargehê çalakiyan piştgirî dikin û heta dawiyê em ê çalakiyên xwe ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin.“
Piştî axaftinê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Kesek Nikarê Roja Me Tarî bike’ hat berzkirin.
‘Rêber APO ji bo na me xeta sor e’
Endama Komiteya Amedekar ya Çalakiya Nobeta Azadiyê Oznur Kaya der barê çalakiyê de axivî û wiha got: “Em jî weke komîteya çalakiyê me rêze çalakiyên xwe berdewam kirine. Ev çend roj in me çalakiyên destpêkirine, li hemû derê destpêkiriye, me jî weke wargeha Şehîd Rustem Cûdî destpêkiriye. Di bin sêwana hersê meclisên wargehê meclisa gel, meclisa Îştar û meclisa ciwana me çalakî ji bo Serokê xwe da dest pê kirin. Me tu agahî ji Rêberê gelê Kurd nîne, Rêber APO ji bona me xeta sor e. Ev qasî 20 meh e tu agahiyên me jê nîne, ji bo ku CPT biçe serdana Rêberê gelê Kurd gel daxwaz kir û rabû ser piyan. Lê CPT tiştekî ji me re ne got. Ger CPT di parastina mafê mirovan de rast ba dema ku çûyî serdanê wê daxuyaniyek daba û tê gotiba me dît an me nedît. Wê rast gotiba me hevdîtin kir yan nekir. Weke gelê Kurd daxwaza me ji gelê me heye, Rêber APO ji me re hertiştî kiriye, me ji xewa mirinê hişyar kiriye, ewqas maf daye jinê, jin heta vê astê aniye. Ji bo vê yekê em ji bo Rêber APO çi bikin wê kêm be.”
‘Bila hemû kes di vê pêvajoyê de rabin ser piyan’
Oznur Kaya da zanîn ku yekane daxwaza wan azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “ Em dixwazin parêzer û malbat biçe li gel Rêbertî. Ev 25 sal in Rêber APO dibin tecrîdek giran de ye, bi vê yekê em jî dibin tecrîdek giran de ne. Ji bo wê hevdîtina CPT têra me nake em dixwazin Rêber APO bi fîzîkî nav xwede bibînin. Daxwaza min ji hemû gelê Kurd ewe ku ger em vê gavê ne rabin, wext wexta ku em Rêber APO azadbikin û em fîzîkî nav xwe bibînin. Baweriya me bi tu dewletan û bi CPT ne maye, baweriya me tenê bi gelê me heye, baweriya me bi dayîkên şervan û şehîdan heye. Bila herkes di vê pêvajoyê de rabin ser xwe û emê Rêber APO azadbikin û di nav xwede bibînin. Daxwaza me ji gelê me ji hemû gela heye, ji gelê me yê li Ewrupa û ji gelê Kurd yê xwedî şeref û namûs wan re heyî divê di pêvajoyê de rabin serxwe, ger di vê pêvajoyê de ne rabin bila piştre jî ne rabin.”
‘Em ê serbikevin’
Oznur Kaya bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di çalakiyên me dayîn destpêkirin de her roj saziyên cuda cuda yên wargehê tên serdanê, her roj semtek tê serdana cihê çalakiyê. Heta ku em agahiyek ji Rêbera APO ne girin wê çalakiyên me berdewam bikin û çalakiyên xwe na rawestînin. Serkeftin ya meye, dewleta Tirk wê bin bikeve, ji ber ku zilmê dike zorî dike. Em ê serbikevin û em dixwazin salek din Rêber APO di nav xwede azad bibînin û bi Rêber APO re hevdîtin bikin.”
Piştî dewir girtine dahurandinên Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan hat guhdarkirin. Hêjayê gotine ye ku çalakiya Nobeta Azadiyê dê her roj bi guhdarkirina dahurandinên Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan, semînêr û temaşekirina sinevziyonan dom bike.