Hevdîtinên şandeya jinan a li Başûrê Kurdistanê didome

Hevdîtinên Platforma Yekitiya Jinên Kurd ên Bakurê Kurdistanê berdewam dike. Şande îro li gel jinên Partiya Sosyalîstên Kurdistanê, Yekitiya Jinên Kurdistan û REPAK’ê civiyan.

Silêmanî- Şandeya ku ji endamên Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji Bakurê Kurdistanê pêk tê, du roj in li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne. Îro li gel jinên Partiya Sosyalîst ên Kurdistanê, Yekitiya Jinên Kurdistanê û REPAK’ê re civiyan. Der barê avakirina Yekitiya Jinên Kurdistanê de guftûgo hatin kirin.

‘Ji dîrokê ve em piştgiriyê didin meseleya neteweyî û pirsgirêkên jinan’

Piştî hevdîtinê li ser navê Rêxistina Geşepêdana Jinan a Partiya Sosyalîst ên Kurdistanê Pexşan Mihemed daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kir ku pêkanîna platformek li çar parçayên Kurdistanê. Pexşan Mihemed amadebûna xwe ya ji bo karê hevbeş ragihand û got: “Wek her dem em jinên sosyalîst piştgiriya aştî û pirsgirêka jinan dikin.”

Piştre şandeyê bî Yekîtiya Jinan a Kurdistanê re hat gel hev. Di serdanê de der barê rewşa dagirkerî û tundîtûjiya li ser jinan de goftûgo hat kirin. Piştî civînê li ser navên Yekîtiya Jinan a Kurdistanê Sewyan Rustem daxuyaniya çapemeniyê da û destnîşan kir ku armanca sereke, pêkanîna aştî û pêşxistina çareseriyan e û wiha got: “Kombûna jinan û nasîna nêzik dibe sedema bi rêxistinkirina armancên me, ji ber ku bi riya nêzbûna hev, jin dikarin pirsgirêkan çareser bikin û der barê pirsgirêka neteweyî û jinan de bigihîjin qonaxeke bi hêvî.”

REPAK: Ji bo avakirina Yekîtiya Jinên Kurd em ê piştgiriyê bidin

Di berdewamiya serdanan de Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê serdana Rêxistina Pêwendiyên Jinên Kurd- REPAK’ê kir û di vê serdanê de der barê armanca xwe ya serdanên jinên Başûrê Kurdistanê de wiha got: “Bi şoreşa jinên Kurd yekitiya jinan hatiye avakirin. Heta niha çend caran hewl hatiye dayîn lê bi temamî cihê xwe negirtiye. Ji ber wê em hewl didin bi riya van serdanan yekitiya jinan bigihîjînin lûtkeyê.”

Endama Rêxistina REPAK’ê Şîlan Şakir pêşwaziya şandeyê kir û bi bîr xist ku jinên Kurd li Bakurê Kurdistanê serî hildane, bi awayek ew şoreşa niha li Rojhilat û Rojava jî zêde bûye, ji fikrên jinên Bakur tê, girîng e ev fikir li Başûr jî ji bo yekitiya jinan hebe.