Serdanên Platforma Yekitiya Jinên Kurd didome

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ku li Başurê Kurdistanê hevdîtinan pêk anî, îro bi jinên Tevgera Goran re li hev civiya.

Silêmanî – Heyeta ku ji endamên Platforma Yekîtiya Jinên Kurd pêk tê û li Başurê Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne, destpêkê li Hewlêrê bi rêxistinên jinan re hevdîtin pêk anî. Piştre şande çû Silêmaniyê û bi jinên Tevgera Goran re hevdîtin pêk anî.

'Divê têkoşîneke xurtir bê meşandin'

Di serdanê de bal li ser girîngiya yekitiya jinan a li çar parçeyên Kurdistanê hat kişandin û hat destnîşankirin ku dê ev yek têkoşîna jinan ronî bike. Jinên ku gotin zîhniyeta mêrtiyê li pêşiya têkoşîna jinên Kurd asteng e, destnîşan kirin ku ji bo vê jî divê jin bi hêztir û bi biryartir têbikoşin.

Şandeyê her wiha bi Koma Jinên Azad ku nûnertiya hemû pêkhateyên Başurê Kurdistanê dike re jî hevdîtin pêk anî.