Mûşîra Mele Reşîd: ENKS hevkariya dijminê xwe dike

Hevseroka Meclisa Gelan a Xweseriya Demokratîk a herêma Efrîn-Şehbayê Mûşîra Mele Reşîd a bal kişand kiryarên li Efrînê li dijî gel tê kirin, got ku ENKS bi taybetî li herêma Efrînê hevkariyê bi dewleta tirk re dike û bertek nîşan da.

HESNA MIHEMED

Şehba- Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo azadiya gelan û pêkanîna Neteweya Demokratîk bû çirûska gelan. Li hemberî desftektiyên ku ji hêla jinan û pêkhateyên heremê ve hatine bidestxistin hêzên netew-dewlet ên xwe dispêrin hişmendiya mêr, bi her rêbazê hewl dide destkeftiyên vê şoreşê tune bike, Kurdan li dijî hev bi kar bîne. Di vê yekê de dewleta tirk a dagirker Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) weke karteke ji xwe re dişixulîne û li dijî sîstema Rêveberiya Xweser gelek caran hewldan hatine kirin ku bê hilweşandin. Herî dawî jî li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên paramîlîter ên girêdayî wî ve hat dagirkirin, ENKS bi hevkariya dewleta Tirk li dijî gel polîtîkayên şerê taybet dimeşîne.

ENKS'ê li Efrînê xwe weke partiyeke siyasî ya Kurd bi cih kiriye û li dijî Kurdan li wê deverê xeta îxanetê dide meşandin û li dijî kiryar û binpêkirinên ku tên meşandin bêdeng dimîne, beravojî wê destek dide komên çete û dewleta tirk a dagirker. Her wiha hebûna Tirkan li Efrîna dagirkirî weke rewşeke rawa pênase dike. Têkildarî hevkariya ENKS ya bi dewleta Tirk a dagirker re Hevseroka Meclisa Gelan a Xweseriya Demokratîk Efrîn-Şehbayê Mûşîra Mele Reşîd nirxandin kir.

Êrişên li dijî Netewa Demokratîk

Mûşîra Mele Reşîd di destpêka nirxandinên xwe de qala Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir ku li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî belav bû û wiha got: "Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, şoreşeke aştiyane ye li ser bingeha Xweseriya Demokratîk. Projeya şoreşê li ser esasê Netewa Demokratîk e ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe li hemberî sîstemên serdest. Li seranserê salên şoreşê gelek caran destdirêjî ji hêla hin partiyên siyasî ve ku dijberî vê projeyê ne û dikevin xizmeta dijmin hat kirin ku yek ji wan jî ENKS'ê bû, heya niha ketiye xefika dagirkeriya dewleta tirk û li dijî Kurdan tevdigere. Beriya ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bê dagirkirin gelek caran ENKS'ê xwest nakokiyan di navbera gelan de li dijî sîstema Xweseriya Demokratîk ku her dem herêmê ji êrîşên dijmin diparast, ava bike. Daxwaza wan ew bû ku projeya Netewa Demokratîk vala derbixin ew jî bi destê dijmin bû."

‘ENKS li gor berjewendiyên dewleta Tirk tevdigere’

Di nava gotinên xwe de Mûşîra Mele Reşîd behsa bikaranîna dewleta tirk ji partiya ENKS'ê li dijî Kurdan kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Bi rêbazên cuda dagirkeriya dewleta tirk xwest Kurdan li dijî hev bişixulîne, herî dawî jî nîşaneya wî ew bû ku dema xwestin pêşmergên Rojava li Başûrê Kurdistanê perwerde bikin her wiha ev pêşmerge di şerê Efrînê de jî li dijî Kurdan bi kar anîn û piştgirî dan dagirkeriya dewleta tirk û derbasbûna wê ji xaka Efrînê re rawa dîtin. Di heman demê de ENKS'ê li Efrînê meclisên xwe yên herêmî jî ava kirin û li wir weke partiyeke siyasî ya Kurd xwe bi cih kiriye lê ji bo berjewendiyên dewleta tirk tev digere. Her wiha qaşo ji bo parastina gelê Kurd li wir bi cih bûye lê mixabin li hemberî kiryar û wêrankirina axa Kurdan, li Efrînê bêdeng dimîne. Dîrok wê hesab ji Kurdên îxanetkar bixwaze."

'ENKS li Efrînê çi dike?'

Di dirêjahiya nirxandinên xwe de Mûşîra Mele Reşîd diyar kir ku ENKS li Efrînê xwe weke hikumetek demkî pênase dike û wiha berdewam kir: "Li Efrînê ENKS xwe weke hikumetek demkî ava kiriye û meclisên xwe vedike ev jî dagirkeriya dewleta tirk rawa nîşan dide. Dijmin hewl dide bi vê yekê rêxistina Xweseriya Demokratîk ku heya niha li hemberî her cureyê şer hebûna xwe domandiye û li dijî qirkirinê li ber xwe dide, hilweşîne. Her dem bangwazî ji nava Efrînê tê kirin ku gelê li Şehbayê vegere ser cih û warên xwe û wê rewşa bi ewle ji wan re bê çêkirin lê kesên ku vedigerin rastî kiryar û îşkenceyê tên. Di heman demê de avakirina yekîneyên niştecihî jî tê wateya guhertina demokrafîk a herêmê."

'Nekevin xefika siyaseta dijmin û dagirkeran'

Mûşîra Mele Reşîd di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku ji siyaseta dijmin bi bandor nebin û ENKS dev ji îxaneta xwe berde û got: "Banga me ji hemû Kurdan re ew e ku bi siyaseta dagirkeriya dewleta tirk bi bandor nebin û heya ku Efrîn ji çeteyan rizgar nebe venegerin. Di heman demê de banga me ji Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê ENKS'ê re ew e ku ji bin bandora siyaseta dewleta tirk derkevin û xwedî li Kurdîtiya xwe derkevin. Dewleta tirk bi riya bikaranînê hewl dide Kurdan li dijî hev bi kar bîne û wan tune dike. Em nehêlin îxaneta Kurdan di dîrokê de careke din dubare bibe û rê nedin pêkanîna xeyalên dijmin a tunekirina Kurdan."