Derûnnas Ola Hil: Li Filistinê rêjeya kuştina jinan zêde bûye

Derûnnas Ola Hil anî ziman ku li Filistînê rêjeya kuştina jinan zêde bûye û navendên Parastina Jinan gelek caran jinan dişînin malên ku rastî tundiyê tên û got ku divê xebatkarên navendê li ser nêzîkatî û erkên xwe bên perwerdekirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Jinên Fîlîstînî bi gelek zextan re rû bi rû dimînin, bi taybetî jî tundiya ku ji zîhniyeta baviksalarî derdikeve. Her çiqas destkeftiyên girîng ên têkoşîna jinan a bi têkoşîna netewî ya bi salan de didome re hebin jî, ji ber taybetmendiya baviksalar ê pergalê zagon nayên bicîanîn. Bûyerên tundiya li ser jinê yan di nava malbatê de tên nixumandin, yan jî jinên ku dixwazin ji hev cuda bibin di nava civakê de rastî zextan tên. Li welatê ku rê li ber şîdetê nayê girtin, jinên ku li Navenda Parastina Jinê tên bicihkirin, di encama hevdîtinên rêveber û parêzeran bi kiryarê mêr re û bi navê qaşo 'soz'ê re car din li malên wan tên vegerandin.

Derûnnas Ola Hil da xuyakirin ku divê xebatkarên Navenda Parastina Jinê ku hejmara wan jî têrê nake perwerdeyê bibînin û destnîşan kir ku divê li dijî tundiyê têkoşîneke radîkal bê meşandin.

'Ev gav ji bo min tê wateya jiyaneke nû'

Basma Al-Alî ya 22 salî ku ji ber ewlehiyê em nikarin navê ê yê rast aşkere bikin, li Navenda Parastina Jinê bi cih bû û piştî ku parêzer bi kiryar re axivîn neçar ma ku vegere mala xwe. Basma Al-Alî diyar kir ku mêrê pê re hatiye zewicandin tiryakê madeyên hişber e û tundiya ku pê re rû bi rû hatiye hiştin wiha vegot:

“Ez li gel birayê xwe dimam. Ji ber ku min mîna barekî didît ruxmê hemû dijderketinên min min da zewicandin. Ji roja ku tundiyê dibînim heya niha rastî tundî û pêkutiyê hatim. Malbata hevjînê min jî nirx nedidan min. Mîna xizmetkarekî li min meyze dikirin. Dema ez hîn bûm ku hevjînê min tiryakê narkotîkê ye ez matmayî mam. Ji bo dev ji madeyên hişber berde min her tiştî kir, lê ez serneketim. Ji bo madeyên hişber bistîne malê îpotek kir. Dema ku min nekarî li tundiyê tehamul bikim şevekî ji malê reviyam û çûm mala birayê xwe.

Birayê min ji min re got ‘Ev pirsgirêkên rûtîn in û gelek mêr madeyên hişber digrin’. Dema ku min jê re got ku ez venagerim malê û ezê wî berdim tundiyê li min kir. Paşê ez çûm navenda parastinê û min serlÊdan kir. Min gilî kir. Ev gav ji bo min jiyanekê nû penase dikir. Hevjînê min hat bi parêzeran re axivî û sozên sexte da. Ez pê fikirîm ku hatiye guhertin, vegeriyam malê. Lê rewş qet ne wisa bû. Piştî ku ez vegeriyam carekî din ji malê reviyam. Ji ber êşa tundiyê kuli min hat kirin ez derketim kolanê û min qîr kir. Tolê ji min digirt û min li odeyekî girtî hişt. Bi gotinên kuştinê gef li min xwar. Ji ber tundiyê min timî derfeta revê geriya. Niha matmayînekê derûnî jiyan dikim. Ji ber tundiya li min kir tendirustiya min xirab dibe.”

'Divê navendên parastinê hawirdoreke bê şîdetê pêşkêş bikin'

Derûnnas Ola Hil da zanîn ku ji bo piştgiriya jinên rastî tundiyê tên divê saziyên xurtir bên avakirin û destnîşan kir ku navendên parastinê têrê nakin. Ola Hil bal kişand ser wê yekê ku zagon nayên bicihanîn û rastiya civakî cuda ye. Ola Hil diyar kir ku bûyerên şîdet û îşkenceya li ser jin û zarokê keç zêde bûne û got, "Pêwîst e navendên parastinê hemû hewlên xwe bidin ji bo afirandina hawirdorekî bê şîdet. Ji bo bihêzkirina jinan li gel xizmetên derûnî û civakî yên ji bo jinên ku rastî şîdetê tên, divê xizmetên hiqûqî jî bi awayekê çêtir bê dayîn. Ji bo jinan û zarokÊn keç avakirina jiyanekê baştirîn girîng e.”

'Jin navendên parastinê dişibînin girtîgehan’

Ola Hil, anî ziman ku her meh zêdetirî 40 jin û keç serî li navendên parastinê didin û wiha dewam kir:

“Jin gelek caran serî li darazê didin û tenê bi vegotina pirsgirêkên xwe têr dibin. Navendên parastinê nikarin parastina domdar û jîngeheke ewle ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine. Dibe ku hin navendên sitargehê jinên rastî şîdetê tên bişînin jîngeha ku lê rastî tundiyê hatine û ev jî dibe sedem ku ew zêdetir rastî tundiyê bên. Navendên parastinê nikarin bi têra xwe piştgiriyê bidin jinên ji girtîgehê tên berdan. Jinên li wir dimînin navendan bi girtîgehan re didin ber hev. Piştî demekê ji navendan derdikevin û di vê rewşê de jiyana wan dikeve xeterê.”

‘Li dijî tundiyê divê torên piştevaniyê bên avakirin’

Ola Hîl a bal lê kişand ku li Filistinê rêjeya qetilkirina jinan zêde bûe, herî dawî wiha got:

“Divê li dijî tundiyê hikûmet, saziyên civaka sîvîl, civakên heremî û aliyên pêwendîdar hewldana pêwist nîşan bide. Bi lezgînî pêdivî pê heye ku ji bo xebatkarên li navendên parastinê kar dikin, xizmetê didin, di mijara ku dê çawa nêzî jinên bi tundiyê rû bi rû mane bibin û rolê wan a di pêkanîna stargehek bi ewle de perwerdeyên taybet bê dayîn. Ez bang dikim ku polîtîka û zagonên derbarê ji tundiyê parastina jinan de bên nûkirin. Banga min ji bo sazî û dezgeyên têkîldarê mafên jinan jî ew e ku torên piştevaniyê ku tevkariyê zêde dike û koalîsyonên li ser vê bingehê bên avakirin.”