Li Lîbyayê karesata lehiyê: Zêdeyî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên di karesata lehiyê ya ku ji ber barana zêde ya li Behra Spî ya Navîn a li rojhilatê Lîbyayê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan 2 hezarî derbas kir. Li welêt 3 roj şîn hat îlankirin.

Navenda Nûçeyan – Ji ber bahoza “Daniel” a ku li Deryaya Navîn bi bandor bû, bajarên El Bayda, Sousse, El-Marj û Derna yên Lîbyayê di bin avê de man. Li herêmên ku Rewşa Awarte lê hatibû ragihandin qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di dema ku perwerde hate rawestandin, cihên kar nehatin vekirin.

Di karesata lehiyê ya ji ber barana li rojhilatê Lîbyayê pêk hat de xisar jî zêde dibin. Hat ragihandin ku ji ber karesata lehiyê heta niha zêdeyî 2 hezar kes mirine û nêzî 7 hezar kes jî winda ne.

Reqemên cuda tên ragihandin

Hikûmetên ku li herêmên cuda yên welêt serweriya xwe îlan dikin reqemên cuda eşkere dikin. Usame Hammad serokwezîrê rojhilatê Lîbyayê diyar kir ku tenê li bajarê Dernayê hejmara miriyan zêdeyî 2 hezarî ye û ev rewş wek felaket û nebaş bi nav kir. Wezîrê Karên Navxweyî Îsam Ebû Zerîbe ragihand ku cenazeyên zêdetirî 1500 kesên ku ji ber barana zêde li bajarê Dernayê jiyana xwe ji dest dane, hatine dîtin û hejmara kesên winda bûne gihîştiye 7 hezarî.

Baran barîna herî zêde ya 40 salên dawî ye

Berdevkê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Muhammed Hammude diyar kir ku li herêmên rojhilatê welêt baran barîna herî zêde ya 40 salên dawî ye. Heyva Sor a Lîbyayê diyar kir ku peywendiya tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên li bajarê Derna yên ku di karesata lehiyê de dixebitin, qut bûye.

3 roj şîn hat ragihandin

Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî Abdulhamîd Dîbeybe ji bo kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane 3 roj şîn îlan kir û ji bo herêmên ji lehiyê zirar dîtiye banga alîkariyê ya navneteweyî kir.

Rayedarên li rojhilatê Lîbyayê ji ber bahozê, di serî de wek rawestandina dersan li hemû saziyên perwerdeyê yên giştî û taybet, girtina dikanan û qedexeya derketina derve gelek tedbîr girtin.