Al Huz a ku ji erdhejê bandor bûye li benda alîkariyê ye

Jinên gundên girêdayî wîlayeta Al Huz ku ji erdheja Mexrîbê bandor bûne, ev sê rojin naçin malên xwe. Jinên ku li benda alîkariya xwarin û konin, dixwazin dengên wan werin bihîstin.

RAJA KHAYRAT

Marakeş- Di 8’Ê Îlonê li Mexrîbê ku navenda wê Marakeş herêma Al Hus erdehejek bi pileya 7 çêbû di erdhejê de hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 2 hezar û 862’an. Hêjmara birindaran jî tê îfadekirin ku 2 hezar û 562 e. Xebatên rakirina xirbeyên avahiyan tên meşandin, hêjmara mirî û birîndaran her kêlî zêde dibe. Bi dehan jinên ji gundê Oryalt ê girêdayî wîlayeta Al Huz li gel zarokên xwe li benda alîkariya xwarinê ne.

Yek ji kesên ku ji erdhejê bi saxî rizgar bûyî Fatima Al- Murabit da zanîn ku ew tirsa jiyan kirine nayê tarif kirin û got: “Em bi dengek bi tirs veceniqîn. Me nezanî ev dengê esîmane yan jî yê firtinayê ye. Kevirên ji erdê rabûn li derî û dîwaran ketîn gelek bi tirs bû, piştre me jî da ber qêrînan. Ji roja erdhejê heta niha em neçûne mala xwe, em ji bo ku hinek tiştên xwe bigrin çûn û bi lez derketin.”

Malên wan hemû hilweşiyane

Ji jinan Khaduj Orik da zanîn ku ji ber erdhejê tirsek mezin jiyan kirine û malên wan xira bûne û got: “Li gund bi giştî 62 malbat jiyan dikin, lê belê ji ber tirsa ku wê malên wan bi hilweşin nikarin bikevin malên xwe. Di malan de derizîn çêbûne û wê bi hejinekê hilweşin.” 

Bi cemidîna hewayê re fikar zêdebûne

Fadma Ait Lahcen destnîşan kir ku şeva erdhejê ji ber heydanê nekarî xwe li ser lingan bigre û da zanîn ku hevjînê wê ew ji mal derxistiye û wiha got: “Em ji tirsan nikarin vegerin malên xwe, ji ber wê em ji derve dimînin. Bi taybet niha hewa di cemide û pêwîstiya me bi bataniye, xwarin û konan heye. Em nizaninê emê çawa malên xwe vegerînin halê wê yê berê.”

Li benda alîkariyê ne

Fatima Purî da zanîn ku şeva erdhejê xwarin xwariye û piştî roja karê zêde mala wan hejiyaye û tiştên ku jiyan kirî wiha anî ziman: “Menzere gelek bi tirs bû, ez qet ne li bendê bûm. Piştî ew hejîna ku me jiyan kirî min ne di fikirî ku emê di jiyanê de bimînin. Zarokên min, hevjinê min û ez me xwe avêt ber derî. Şevê me li gel xelkê derbaz kir û em man li benda ku wê qedera me çawa be. Em difikirin ku wê her kêlî erdhej çêbibe. Ev sê roje em ne razane. Hemû gundî di nava meydana ku malên ku li ber hilweşînê dene di razin, em li benda alîkariyê ne.”

Fatiha Zakka ya 16 salî der barê tiştên ku jiyan kirî de wiha got: “Min dengek ku min tu caran ne bihîstî bihîst û min deriye odeya xwe vekir heta ku ez derketim min da ber qêran û min gazî dayîka xwe kir. Ez tiştên ku hatî jiyan kirin bawernakim. Ez di wê hêviyê deme ev kabus bi dawî bibe û em vegerin jiyana xwe. Ez li gel dayîk û bavê xwe li meydana gund dimînim. Mal di halê ku êdê em nekevin deye, mirov li vêderê li benda alîkariya kon û xwarinê ne.”

Xebatên rizgariyê berdewam dike

Jinên ji gundê Tadhert li bajarên Marakes û herêmên derdor di karên werzî de kar dikirin. Jin dibêjin bi rawestandina kar re wê stokên xwarinê xilas bibin û mirov li benda alîkariyê ne. Jinên ji gundên ku ji erdhejê bandor bûne dan zanîn ku bataniye û kon nîne, razana wan ya ji derve ji malde bi ewletire, lê belê ji ber hewaya cemidî zû hat destnîşan kirin ku ev rewş ji bo wan û zarokên wan dibe sedema gelek pirsgirêkên tendirûstiyê. Ji ber cemedê ew bataneyeyên ku bi xwe de dane şil dibin.

Li bajarê Marakeş gelek hemwelatî, ew cil û bataniyeyên ku kom kirine ji bo bigihînin cihên ku ji erdhejê bandor bûne di ketina navenda nexweşxaneya Muhammed VI dixin kamyonetan. Li gundên din ên ku bandor bûne jî tîmên rizgariyê, ji bo mirovan ji bin xirbeyan derbixin xebatan didin meşandin.,