Ji doza Weqfa Hîranur kesê ku tenê girtîbû serbest hat berdan

Ji damezirînerên Weqfa Hîranur têkildarî doza keça Yusuf Ziya Gumuşel H.K.G. ‘rapora temenê hestî’ hatibû dayîn, bersûcê yekem ê girtî jî hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Ji damezirînerên Weqfa Hîranur a girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga zewicandina keça Yusuf Ziya Gumuşel a 6 salî H.K.G.  ku bi salan rastî tecawizê hatibû doza temenê hestî di 11’ê Îlonê de hat dîtin.

‘Rapora temenê hestî ya sexte’ ku di sala 2012’an de ji aliyê 3 bijîjk û 7 bersûcan de hatibû dayîn, duh li 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya 20’emîn hat dîtin. Di danişîna yekemîn de bersûcên girtî Yusuf Ziya Gumuşel, Kadîr Î. û Mehmet Emîn Marankoz amade bûn. Berscûcên serbest M.O.B, K. Ş., M. G. L. di danişînê de amade bûn.

Parêzerê bersûc M.O.B yê ku serbest dihat darizandin diyar kir ku ji ber muwekîlê wî peywirdarê giştî ye divê ji bo lêpirsîna der barê wî de destûra îdarî were girtin û xwest darizandina wî bi dawî bibe. Parêzerên hinek bersûcan jî îdia kirin ku mafê beşdariya danişînê ya baroyan û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê tune ye beşdarî danişînê bibin û xwest biryara daxwazên beşdariya wan were dayîn û danişîn girtî bidome.

Der barê danişînê de biryara veşarî hat dayîn

Heyeta dadgehê ya ku têkildarî daxwazan biryara navberê da, daxwaza betalkirina darizandinê red kir. Dadgehê biryar da ku hinek baro û parêzerên girêdayî Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê beşdarî danişînê bibin û danişîn veşarî çêbibe. Piştî biryarê piştî ku temaşevan û rojnameger ji saolên hatin derxistin danişîn domiya.

Danişîn taluqê 16’ê Çileyê bû

Heyeta dadgehê biştî biryarê biryara berdana bersûcê doze Mehmet Emîn Marankoz ê ku bi tenê girtî dihat darizandin, tevî ku gumanên zêde yên sûc hene û dema ku girtî maye li ber çavan girt biryara berdanê da. Danişîn taluqê 16’ê Çileyê bû.