Muhsîne Mihêsawî bû waliyê Suweydayê
Muhsîne Mihêsawî wek Waliyê Suweydayê hat tayînkirin.
Navenda Nûçeyan- Hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser daxwaza xelkê Siwêdayê Muhsîne Mihêsawî ji bo parêzgeriya Siwêdayê erkdar kir.
Muhsîne Mihêsawî kî ye?
Muhsîne Mihêsawî ji gundê Lîbenê yê Siwêdayê ye, di 1970ˋî de hat dinê, ji etnîka Durzî ye. Derçûya Fakulteya Bazirganî û Aboriyê ya Zanîngeha Şamê ye.
Li gorî dezgehên çapemeniyê, Muhsîne di xebata hikumetê de xwedî pisporiya demdirêj e. Di salên 1990ˋan di gerînendetiya Darayî ya Siwêdayê de kar kiriye, gelek erk wergirtine; ji wan serokatiya beşa Xezîneyê. Di Adara 2023ˋyan de li ser paşxaneya gendeliya li gerînendetiyê îstîfa kiriye.
Muhsîne ji jinên yekemîn ên beşdarî xwepêşandana aştiyane li Siwêdayê bûye, li Qada Keramê beşdarî gelek xwepêşandanan bûye û ji hêla rejîma Sûriyeyê ya berê ve di gelek astengiyan re derbas bûye.