Mamosteyên Suweydayê li dijî mufredata nû ya perwerdê çalakî lidarxistin

Mamosteyên li bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê li dijî mufredaya perwerdê ya li welatekî xwedî pêkhate û olên cûda fikrê yek tîpî ferz dike çalakî lidar xistin.

Suweyda – Di 8’ê Kanûnê de li Sûriyeyê proseya çaksaziyê di warê perwerdeyê de dest pê kir. Lêbelê, guhertinên vê dawiyê yên ku ji hêla hukûmeta demkî ve li ser hin materyalên perwerdehiyê hatine çêkirin, nîqaşek berfireh di nav çalakvan, mamoste û mamosteyan de vekiriye.

Li hember van guhertinan, mamostayên Suweydayê xwenîşandanek lidar xistin û daxwaza pêdaçûneke cidî û bilez kirin. Di çalakiyê de pankartên "Zarokên me ne qada îmtîhanê ne" û "Belê, ji mufredatên bi plan û modern re" hatin hilgirtin.

Mamostayên bajarê Suweydayê diyar kirin ku perwerde li Sûriyê bi dehan sal e ku ji ber rejîma zordar û diktator bi cehaletê re têdikoşe û tekez kirin ku guhertinên nû xizmeta xwendekaran nakin, bi taybetî di vê qonaxa hesas de.

‘Em ê rê nedin xeletî dûbare bibin’

Mamoste Kinda Muheysavî a beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku rewşa perwerdehiyê li Sûriyeyê xerab e û di bernameya perwerdeyê de xeletî hene. Kinda Muheysavî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ji ber helwesta tund a rejîma berê ya li hember mijarên wiha, me nikarîbû îtiraz bike. Niha em ê rê nedin ku heman xeletî li Sûriyeya nû dubare bibin. Ji guhertina mufredata mufredatê mijarên girîngtir hene; wek germkirina dibistanan, peydakirina malzemeyên perwerdeyê, tamîrkirina dibistanan. Her wiha divê bal were kişandin ser rewşa zarokên ji xwendinê bêpar mane û ji wan re derfet û desteka aborî bê dayîn.”

Kinda got ku erka hikûmeta demkî nîne ku bernameya xwendinê biguherîne, lê divê tenê guhertinên mecbûrî bike ku rasterast girêdayî rewşa niha ya Sûriyê ye.

‘Divê perwerde ji baweriyên olî dûr bê girtin’

Xwediyê kreşa herî kevn û yekem a taybet a li Sûweydayê Lîna Şair jî diyar kir ku ev guhertina ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hatiye pêşniyarkirin ne guncaw e û wiha got: “Divê di destpêka sala xwendinê de guhertina mufredatan bê kirin. Ji ber ku em niha di nîvê sala xwendinê de ne û guhertineke bi vî rengî dê pêvajoya hînbûnê têk bibe. Guhertinên mufredatê divê li gor hin standart û qûralan be. Ji bo vê divê komîsyonekê pispor bê avakirin. Divê biryar takekes û bê fikrandin neyê girtin.”

Lîna Şair anî ziman ku guhertinên di perwerdeyê de ji bo merheleyên li pêş ên zarokan bingehek ava dike û bal kişand vê yekê: “Divê perwerde weke sîwanê be û ji hemu baweriyên olî û civakî dûr bê girtin.”

‘Em ê ti carî tawîzê nedin’

Mamosteya xanenişîn û beşdara tevgera Suweydayê Îlham Ridan jî wiha got: "Me ji destpêkê ve ji bo dewleteke laîk û demokratîk têkoşiyaye. Di warê mufredata Sûriyê de, em alîgir in ku hêmanên Esed radike jor bên guhertin. Ji ber ku Sûriye ji yek mezhebekê pêk nayê, lê ji gelek mezheban pêk tê. Em daxwaz dikin ku mufredat neyê olî kirin û mezhebperestî ji perwerdehiyê dûr bê girtin.”

Ridan di berdewamiya axaftina xwe de daxwazên xwe wiha anî ziman: "Em li vir li qadan daxwaza welatekî birûmet û makezagonê dikin. Welat aîdê her kesî ye. Ev pîvaneke esas a hemu gelên Sûriyeyê ye. Em ê ti carî tawîzê nedin."