Gaziyên jin: Ti hêz nikare berhema şoreşa jinê têk bibe

Gaziyên jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyek nivîskî balkişandin ser gotinên Eyşe El Dibis a li Şamê ji bo Ofîsa Karên Jinan hatiye tayînkirin û gotin ku ti hêz nikare berhema şoreşa jinê têk bibe.

Navenda Nûçeyan – Eyşe El Dibis a li Şamê ji bo Ofîsa Karên Jinan hatiye tayînkirin, demek beriya niha di axaftinek xwe de gotibû ku divê jin li malê xwe bin, xizmeta malê bikin. Ji gelek derdoran li hember van gotinan nerazîbûn hatin. Yek ji wan jî, gaziyên jin ên girêdayî Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Gaziyên jin, nêrînên xwe yên der barê gotinên Eyşe El Dibis û geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Gaziyên jin balkişandin ser  êrîşên li dijî berhemên şoreşa jinê û wiha gotin: “Careke din em teqez dikin ku ti hêz nikare têkoşîn û berxwedana jinên wêrek û fedaî binpê bike. Her wiha wê kes nikaribe hişmendiya xwe ya feodal û tundrew li ser jinên têkoşer û berxwedêr ferz bike. Pêwîst e were zanîn ku ti hêz nikare jinên hatine serwextkirin û xwe birêxistin kirine zevt bike. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû rengên xwe, tevî hemû beşên civakê berxwedanek bêhempa dane û hîn jî wê berxwedanê  dimeşînin.”

‘Berhemên Şoreşa Rojava bi hêsanî nehatine avakirin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybetî jî jinên şoreşger yên YPJ’ê ku di meydanên şer û cengê de destanên qehremaniyê xêz dikin, vê yekê nîşanî hemû cîhanê dane. Daxuyaniya gaziyên jin wiha berdewam kir: “Berhemên şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê wisa bi hêsanî nehatine avakirin. Tevahî cîhanê jî şahidî ji berxwedanê re kir. Jinên têkoşer li vê ked û berxwedana jinên Rojava û Sûriyê xwedî derketin û piştgiriya xwe ji wan re nîşan dan.

‘Em ê berhemên şoreşê bi canê xwe biparêzin’

Gaziyên jin bi bîr xistin ku pêşengên şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bûn û wiha gotin: “Ev yek wê her tim jî wiha dewam bike. Jinên tevahî Sûriyê xwe li ser wê mîrateya jinan birêxistin kirin û pergala xwe ya xweser a civakê birêxistin kirin. Rêveberiya xweser bi pêşengtî û wekheviya jinan pergala xwe birê ve dibin û ji civakan re bûye mînakek herî mezin û girîng. Jinan di her warê jiyanê de xwe birêxistin kirin û di refên herî pêş ên şer û jiyanê de cih girtin, rol û mîsyona pêşengtiyê bi serbilindî pêk anîn. Weke gaziyên jin em soz didin ku em ê berhemên şoreşê bi canê xwe biparêzin. Li hemberî her nêzîkatiyên paşverû rabin û wan red bikin. Em di azadiyê de bi israr in û dibêjin ku em ê ti astengî û sînoran nas nekin.”

‘Dîroka jinan lêkolîn bike û bizane ka di van 11 salan de çawa xwe parastine’

Gaziyên jin careke din dûbare kirin ku ewê qet nehêlin ku ked û berxwedana jinên kezîsor û gûlîreş vala biçe. Gaziyên jin dan zanîn ku ew ê mîrateya wan a 11 salan bi xwîna xwe biparêzin û wiha gotin: “Em qet rê nadin ked û berxwedana şêrejinên fedayî heder biçe. Em ê nehêlin kesên nediyar e ji ku hatine wiha bi erzanî ji destketiyên şoreşê re sînoran deynin. Lê mixabin û sed mixabin jina bi navê Eyşe El Dibis a li Şamê ji bo Ofîsa Karên Jinan hatiye tayînkirin, ji xewa Ehlî elkehf şiyar bûye û qala pîvanên serdema cahiliyê ji jinan re dike. Ji bîr ve kiriye ku em di çi serdemê de dijîn. Diyar e ku Eyşe El Dibis bi hişmendiya mêrê desthilatdar hatiye mezinkirin û lewma behsa paşverûtiya feodalî dike. Teqez haya Eyşe El Dibis ji şer û berxwedana jinên qehreman ên li hember hêzên herî tundrew ên weke DAIŞ’ê şer kirine û destanên lehengiyê ava dikin, tuneye. Mirov ji bo wê jinê dikare bibêje ku tenê di aliyê fizîkî de jin e. Em di vê mijarê de ji bo Eyşe El Dibis xanim dibêjin ku biçe, dîroka jinan lêkolîn bike û zanibe bê ka jinan di van 11 salan de li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa xwe parastine, li dijî hêzên hov û dirinde çawa têkoşîn kirine. Ew jinên leheng û fedaî yên weke Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Rûsyar, Zehra Penaber, Leyla û Rêvanan çawa şer kirin û xwe di nava neyaran de teqandin.”

‘Em ê jinan bi canê xwe biparêzin’

 Gaziyên jin gotin ku ew in jinên parêzvanên rûmeta jinan û ji bilî wan bila ti kes xwe neke xwediyê jinan. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Teqez wê Eyşe El Dibis li şûna jinan neçe dojehê û berê jinan ber bi koletiyê ve nekişîne. Em ê jinan bi canê xwe biparêzin, azad bikin û bila Eyşe El Dibis jî xwe ji çeteyên ku destdirêjiyê li ser zarok û jinan dikin, biparêze. Naxwe dibe ku çeteyên li derdora wê jî bibin sersebeba ku koletiyeke hîn girantir bijî. Em weke gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, careke din teqez dikin ku em ê nehêlin kes destê xwe dirêjî keda jinan a 11 salan bike. Bila her kes vê zanibe û şahidiya wê bike.