Rapora 2024: 394 jin hatin qetilkirin, 259 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan
KCDP'ê rapora xwe ya sala 2024'an eşkere kir. Li gorî raporê mêran di salekê de 394 jin qetil kirine. 259 jin bi guman mirine. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo 20 jinên hatine qetilkirin "biryara parastinê” hebû.
Stenbol - Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) "Rapora Kuştina Jinan a 2024’an" eşkere kir. Li gorî raporê; Di sala borî de herî kêm 394 jin hatin qetilkirin. 259 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê de KCDP’ê sala 2024’an qetilkirina jinan de weke “saleke rekorê” bi nav kir û got, “Bi 394 kuştinên jinan û 258 mirinên bi guman ên jinan re, ji dema ku me dest bi berhevkirina daneyan kiriye, em bûne şahidê herî zêde qetilkirina jinan. Tenê sala ku di 14 salên borî de qetilkirina jinan kêm bû, 2011 bû ku Peymana Stenbolê hat îmzekirin."
Nepêkanîna 6284'an sedema zêdebûna komkujiyan e
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji destpêka nîqaşên li ser Peymana Stenbolê û vir ve qetilkirina jinan û mirinê bi guman zêde bûne; Nebûna bi bandor a zagona 6284’an, nîqaşên li dijî jin û zarokan, axaftinên bertek û kêmasiya polîtîkayên jinan weke sedemên zêdebûna cinayetan hatin binavkirin.
Li ser polîtîkayên bêcezakirinê balhatkişandin
Di raporê de hat bibîrxistin ku kiryarê Sude Naz Ak li Manîsayê, kiryarê Dîna li Karabûkê, kiryarê Vesile li Stenbolê kiriyarê Pinar Olmaz li Riha û Çewlikê û Pinar Olmaz li Rihayê hatin berdan. Nevzat Bahtiyar ku cenazeyê Narîn Gûran veşartibû, ji sûcê kuştinê beraat kir hate bibîrxistin. Hat destnîşan kirin ku polîtîkayên bêcezakirinê yek ji sedema herî girîng a zêdebûna qetilkirina jinan e.
Jin di nava 'malbatê' de hatin qetilkirin
Di raporê de hat destnîşankirin ku desthilatdariya siyasî li şûna polîtîkayên parastina jinan bi organîzekirina "kargehên malbatê" jinan di nava sînorên malbatê de dihêle û got: “Di sala 2024’an de 280 jin ji aliyê mêrê pêre zewicî, bav, kur û xizmên xwe ve hatine qetilkirin.” Raporê balkişand ku qetilkirina jinan herî zêde di nav malê de pêk tên.
19 zarokên keç hatin qetilkirin
Di raporê de hat bibîrxistin ku tundî ne tenê jinan di heman demê de zarokan jî dike hedef, di raporê de hat bibîrxistin ku di sala 2024'an de 19 zarokên keç ji aliyê bavê xwe ve hatine qetilkirin. 9 ji wan bi dayikên xwe re hatine qetilkirin.
20 jin tevî biryara parastinê hatin qetilkirin
Di raporê de hat ragihandin ku zagona bi hejmara 6284'an yek ji rêyên herî bi bandor e ji bo pêşîgirtina li komkujî û tundiyê, lê rayedarên ku divê zagonê bi cih bînin, erka xwe bi cih naynin. Di raporê de hat destnîşankirin ku gelek jinên serî li dozgeriyê dane û daxwaza parastinê kirine hatine qetilkirin û wiha hat gotin: “Di sala 2024’an de 20 jinên hatin qetilkirin der barê wan de biryara parastinê hebû. Ev jin tevî biryara parastinê hatin qetilkirin. Yên ku fermanên parastinê pêk neynin şirîkê van cînayetan in. Guhertina vê meylê bi têkoşîna me pêkan e. Em in yên ku dê 6284 bi bandor bicîh bînin.”
Rewşa tedbîrê ya 368 jinên hatin qetilkirin nehat zelalkirin.
Cîhê komkijiyê
Li gorî raporê, jin herî zêde ji aliyê mêrên nava malbatê ve hatine qetilkirin. Ji 394 jinên hatin qetilkirin, 166 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bûn, 45 jin ji aliyê mêrê ku pê re têkiliya wan hebû, 31 jin ji aliyê jê bavê xwe ve, 30 jin ji aliyê mêrê ku berê pê re zewicî bû, 29 jin ji aliyê mêrê ku ew nas dikir, 25 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 23 jin ji aliyê mêrê ku berê pê re bû, 22 jin ji aliyê kurê xwe ve, 7 jin ji aliyê birayê xwe ve û 7 jin jî ji aliyê kesê ku nas nedikir ve hatin qetilkirin. 9 jinên hatine qetilkirin tekîliya wê bi kiryar ve nehate tespîtkirin. Di wateyek din de 280 jin ji aliyê mêrên malbatê ve hatin qetilkirin.
Digel ku piraniya sûcdaran ji malbatan bûn, cihê qetilkirinê piranî mal bû. 226 jin li malê, 76 jin li kolanê, 13 jin li cihekî çol, 13jin li qada giştî, 13 jin di erebeyekê de, 10 li jin ser kar, 6 jin li ser avê an li ber avê, 5 jin li zeviyê, 4 jin li otêlê 3 jin li cihê şahiyê û 5 jin li cihekî din hatin kuştin. Cihê ku 20 jin lê hatine qetilkirin nehate diyarkirin. Li gorî van daneyan ji sedî 57’ê jinan di malên xwe de hatine qetilkirin.
Ji jinên hatine qetilkirin 111 jin bi hinceta ku dixwazin li ser jiyana xwe biryarê bidin, weke daxwaza berdanê, aştî redkirin, redkirina zewacê, redkirina têkiliyan, 21 bi hincetên aborî, 2 jî bi hinceta nefretê hatine qetilkirin û 27 bi hincetên din. Nehat zanîn ku 233 jin bi çi hincetê hatine qetilkirin.
Herî zêde çek hatiye bikaranîn
Jin herî zêde bi çekan hatin qetilkirin. Ji jinên hatine qetilkirin 222 jin bi çekan, 113 bi amûrên birîn, 33 bi xencerkirinê, 14 bi lêdanê, 3 bi şewitandinê, 1 bi avêtina ji bilindahiyê û 1 jî bi çekên din hatine qetilkirin. 7 jin çawa hatin qetilkirin nehat zanîn. 72 jinên îsal hatin qetilkirin di bin 18 salî re bûn.
Li gorî daneyên berdest; Di sala 2024’an de ji 394 jinan 210 jê zarok û 4 jî ducanî bûn. Nehat zanîn bê 143 jin xwedî zarok in an na. Dîsa ji jinên hatine qetilkirin 197 jin zewicî ne û 81 jî ne zewicî ne. Têkildarî rewşa zewacê ya 116 jinan agahî nehatin zelalkirin.