Di êrişên Îsraîlê de 13 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
Di êrişên Îsraîlê yên hewayî, li Zîvala Xezayê li dijî du malên li kampan de 13 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan gelek kes jî birîndar bûn. Her wiha hat diyarkirin ku di êrişan de gelek kes birîndar bûne û xebatên lêgerînê didomin.
Xeza - Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê didomin. Di êrişên hewayî yên li Zîvala Xezayê li ser kampa Nusayrat û kampa penaberan a Megazî de hat diyarkirin ku 13 kesên jin û zarok jî di navbera wan de hene jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ku ji rayedarên tendirustiyê hatine girtin; di êrişên hewayî yên Îsraîlê, li ser beşa navîn a Zîvala Xezayê pêk anî de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne û wan rakirine Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê. Rayedaran diyar kirin ku di navbera mirî û birîndaran de gelek jin û zarok jî hene.
Şahidan diyar kirin ku di êrişên bi balafirên Îsraîlê de ku li ser du malên li kampa Nuseyrat û Megaziyê çêbûn de avahî rûxiyane û gelek xisar çêbûye. Şahidan diyar kir ku komên parastina sivîl û tîmên tendirustiyê, xebatên lêgerîna mirovan di bin xirbeyan de didomînin.
Îsraîlê ji hewa ve êrişê herêma Sefîre ya Helebê kir
Li gorî çavkaniyên herêmî; li herêma Sefîreyê baregeha parastina hewayî û deboya bi hejmara 404, bûn hedefa êrişên hewayî yên Îsraîlê. Li gorî tesbîtan, di êrişên hewayî yên ku deh caran çêbûn de, li herêmê kesên mirine û birîndar bûne hene. Leşkerên artêşa Îsraîlê, dema ku bi balafiran operasyona danînê dikir, di navbera wan û hêzên çekdar ên li herêmê de pevçûn derketine. Li herêma Sefîre, saziyên senayiyê û navenda lêkolînên leşkerî yên ji dema Esed mane hene.