Muayeneya destkelemçekirî ya li dijî Dîcle Muftuoglû ‘li gorî hiqûqî’ hat dîtin

Ji bo serlêdanên sûc ku li dijî rojnameger Dîcle Muftuoglû ya li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin bi kelemçekirî hatibû muayenekirin û girtî Rihan Kavak Ozbek ku tacîz lê hatibû kirin, biryarên “hewcehî bi şopandinê nîne” hate dayîn.

Navenda Nûçeyan – Girtiya nexweş bi navê Rihan Kavak Ozbek ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, di 17’e tebaxê de ji bo kişandina momogrofiyê xwest biçe Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Leşkeran xwest bikevin bin milê Ozbek û piştî ku Ozbek ev yek redkirî nebirin nexweşxaneyê.

Rihan Kavak Ozbek a ku ji ber vê bûyerê li dozgeriyê gilî kir, diyar kir rastî tacîzê hatiye û xwest der barê leşkerên tedawiya wê astengkirin de lêpirsîna edlî û îdarî bê vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Bati ya Enqereyê jî di çarçoveya lêpirsîna li ser serlêdana sûc a Rihan Kavak Ozbek hatiye vekirin de têkildarî bûyerê ji îdareya girtîgehê agahî xwest. Rêveberiya girtîgehê di bersiva xwe de îdia kir ku leşkerên di roja bûyerê de ji Rihan Kavak Ozbek re refaqetî kirin nehatine tespîtkirin û girteka ji hêla cendirmeyan ve hatiye amadekirin ji dozgeriyê re şand. Di girtekê de têkildarî bûyerê wiha hate gotin:

 “Di 17’ê tebaxa 2023’yan saet di 009.35’an de girtî/hikûmxwar Rihan Kavak Ozbek ji bo birina Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê teslîm hate girtin. Bi wesayîta rîngê ya bi plakaya 06 BE P370 hate siwarkirin û derdora saet 10.00’an li nexweşxaneyê hate sewqkirin. Dema ji bo muayeneyê ji wesayîtê hat payakirin, J. ASB. ÇVŞ Banû Sezîgen di çarçoveya tevdîrên emniyetê de xwest bikeve bin milê wê. Rihan Kavak Ozbek di wê navberê de qêriya û got; ‘Hûn nikarin bi milê min bigirin, tu kes nikare bi milê min bigire, heke ez biketima milê we ez li girtîgehê nedimam, çi hedê we heye ku hûn xwe nêzî min dikin, ez dixwazim muayene bibim.’ Li ser vê yekê dîsa li wesayîta rîngê hate siwarkirin û nehat tedawîkirin.’”

‘Îfadeyên leşker hatin esas girtin’

Dozgeriyê ev girteka cendirmeyan esas girt û biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da. Rihan Kavak Ozbek, bertek nîşanî biryarê da û got ku di gelek rewşên wiha de îfadeyên leşker û gardiyanan esas tên girtin. Rihan Kavak Ozbek, da zanîn ku di girteka cendirmeyan de tacîza li dijî wê nehatiye vegotin û diyar kir ku dê li dijî biryarê îtîrazê bike.

Di lêpirsînê de sûc û sûcdar nehatine dîtin!

Rojnameger Dîcle Muftuoglû jî li heman girtîgehê tê ragirtin. Hat zanîn ku cendirmeyan xwestine Dîcle Muftuoglû bi destkelemçekirî bibin nexweşxaneyê. Dema Dîcle Muftuoglû li dijî vê rewşê îtîraz kirî jî bijîşkê li beşa Dahiliyeyê ya nexweşxaneyê hewl da bû vê rewşê weke tiştekî asayî nîşan bide. Li ser vê derhiqûqtiyê, Dîcle Muftuoglû li serdozgeriyê serlêdana sûc kiribû. Dozgeriyê gilî lêkolîn kir û di çarçoveya bersiva ji girtîgehê hatî de destnîşan kir ku leşker û memûr li gorî mewzûatê tevgeriyane, di lêpirsînê de sûc û sûcdar nehatine dîtin û biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da.

Dîcle Muftuoglû da zanîn ku li şûna cendirme û bijîşkan, bersiv ji rêveberiya girtîgehê xwestiye û ev yek nîşan dide ku lêpirsîn tenê ji bo paşguhkirinê hatiye vekirin. Dîcle Muftuoglû, diyar kir ku mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin û hewldan heye ku vê rewşê asayî bikin.