Meclîsa Jinên Sûriyeyê rola jinan a di Sûriyeya nû de nîqaş kir

Di panêla Meclîsa Jinên Sûriyeyê de hat destnîşankirin ku pêwîst e îradeya jinan di nav dewletê de bê temsîlkirin.

Navenda Nûçeyan- Di bin navê “Nêrînên Sûriyan ji bo pêşeroja Sûriyeya nû” de, Meclîsa Jinên Sûriyeyê li bajarê Helebê duh li salona şanoya sandîkayên hunermendan panêlek diyalogî li dar xist.

Di panêlê de 75 nûnerên jin û mêr ên partiyên siyasî û hiqûqnas û rewşenbîrên civakê hazir bûn. Her wiha kesayetên serbixwe ji Sûriyeyê beşdar bûn. Hat diyarkirin ku armanca panêlê, pêşxistina rola jinan a di avakirina Sûriyeya nû de ye.

‘Pêwîstî bi yekbûnê heye’

Panêl ji aliyê Endama Ofîsa Têkiliyan a Meclîsa Jinên Sûriyeyê Rewaa Bekîr ve hate rêvebirin. Rewaa Bekîr di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekbûna gelê Sûriyeyê ya ji bo pêkanîna beşdariya wan a di nivîsandina destûra nû ya Sûriyê û avakirina Sûriyek li ser bingeha wekheviyê û edaletê.”

‘Divê dewlet li ser bingeha îradeya gelan bê avakirin’

Beşa yekem a panêlê ku bi sernavê “Têgîna dewletê di nava avabûn û derketina wê de” pêk hat, ji aliyê çalakvan û endama Komeleya Buşra Sibehê, Buşra El-Hesen ve hat xwendin. Buşra El-Hesen bal kişand ser têgîna dewletê û got ku gel bingeha dewletê ye. Buşra da zanîn ku pêwîst e îradeya wan di nav dewletê de bê temsîlkirin û wiha got: “Her wiha rola ragihandinê jî di belavkirina zanebûn û hişyarkirinê de gelek girîng e. Ji ber ku çapemenî temsîla nêrînên gel dike.”

‘Pêwîstî bi guherîna hin zagonan heye’

Beşa duyem jî bi navê “Mafên jinan di nava kêşe û qanûnan de” ji aliyê endama Komeleya Hişê Tîrêj Meysa Muweldî ve hat pêşkêşkirin. Di vê xalê de bal kişandin ser pir zewacî û şîdeta li ser jinan. Meysa diyar kir ku her wiha tevî pêşketinên zagonî jî pêdîvî bi gelek ked dayînê heye ku ev zagon pratîk pêk bên û piştgiriya civakê bê kirin. Meysa got: “Di heman demê divê zagon bên guhertin û cudakarî di nava civakê de bê rakirin.”

‘Pêdiviya vê pêvajoyê bi zanebûn û hişyarkirinê heye’

Di panêlê de beşdaran gelek nîqaş û nêrînên xwe pêşkêş kirin. Di panêlê de hat diyarkirin ku yekbûna gelan a di nav de yekbûna jinan jî heye, wê bikaribe cîh di Destûra nû ya Sûriyeyê de bigre û civakek azad û demokratîk ava bike. Beşdaran dan zanîn ku pêdiviya vê pêvajoyê bi zanebûn û hişyarkirinê heye.