Jinên Aşûrî yên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn: Ferqa DAIŞ’ê û dewleta Tirk tuneye
Jinên Aşûrî yên ku tevî temenê xwe yê mezin di 23’ê Sibata 2015’an ve ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê de hatibûn revandin, gotin ku di navbera DAIŞ’ê û dewleta Tirk de ferq tuneye û banga darizandina DAIŞ’ê û dewleta Tirk kirin.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – 23’yê Sibata 2015’an… Ev roj di dîroka Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rojekî ku nayê jibîrkirine û pêwîst e her tim were bibîrxistin e. Her wiha di vê rojê de jinên Aşûrî yên li gundewarên Til Temirê diman, mîna hemû jinên dinyayê nejiyan û di demijmêrên berbangê de rastî êrîşên pir hovane û dijwar yên çeteyên DAIŞ’ê hatin.
Di 23’yê Sibatê de li şûna dengê zingilê dêran, dengê tekbîratên çeteyên DAIŞ’ê bi ser gundan ket. Jinên Aşûrî tevî gelên din ji xewa vecêniqîn û li ber çavên xwe çeteyên rû dirêj û xwediyê kirasên dirêj û bi çek dîtin. Çavên xwe li ser reşandina fîşekan û revandina keç, jin pîr û ciwan û kalan vekirin ku rojekî naşibihe ti rojên din.
Aqûbeta Karolîn Şîmon hê jî ne diyar e
Aşûriyên Til Temirê, roja 23’yê Sibata 2015’an wekî berdewamiya fermana Seyfo û Semelê dibînin û bi nav dikin. Ji ber ku di wê rojê de zêdetirî 250 kesên Aşûrî ku piraniya wan jin û zarok bûn, hatin revandin. Hemû Aşûrî bi dayina fîdyeyan hatin berdan, ji bilî jina bi navê Karolîn Şîmon ku heta niha aqûbeta wê nediyar e.
Şervanên YPJ/YPG’ê û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, bi hev re ew rizgar kirin
Ji bo ku pêla êrîşan û revandina Aşûriyan zêdetir nebe, şervanên YPJ/YPG’ê û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, bi hev re li hember êrîşên DAIŞ’ê berxwedaniyek bêhempa nîşan dan û herêm piştî çend mehan ji çeteyan rizgar kirin. Di salvegera 10’mîn a êrîşa DAIŞ’ê de jinên Aşûrî yên hatibûn revandin û rastî êrîşan hatine, ji ajansa me re axivîn, nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman.
Tevî du keçên xwe hatibû revandin
Bebroniya Kako ya ku temenê wê 80 sal derbas kiriye, li gundê xwe Til Cezîrê ji aliyê çeteyan ve bî tevî du keçên xwe tê revandin. Bebroniya bi vê hevokê serpêhatiya revandina xwe ya beriya 10 salan rave dike: “Di 23’ê Sibatê de, wiha mîna keriyên pez em dan pêşiya xwe û revandin. Ez û 2 keçên min jî di nav de gelek kes ji gund hatin revandin. Wê rojê Xabûr wekî lehiyê diherikî. Çeteyan em bi keştiyê derbasî aliyê din ê avê kirin û wiha em ber bi Çiyayê Kizwanan ve revandin. Paşê berê me dan Şedadê. Em nêzî salek girtî man.”
‘Axa xwe terk nakim’
Bebroniya Kako bi vê peyamê careke din soza xwe ya bi axê re, axa ku ji zarokotiya xwe heta ku pîr bûye li ser jiyaye nû kir û got: “Em ji vir naçin. Tevî ku ez hatim revandin jî, ez axa xwe dixwazim û terka axa xwe jî nadim.”
‘Gotin em ê we biparêzin heta me di nav lepên DAIŞ’ê de hiştin’
Şadiya Marogêl a ji gundê Til Xerîta jî kêliyên ku berî 10 salan jiyan kirine, hîn di bîra wê de rûniştî ye û jibîr nekiriye, ji me re wiha bilêv kir: “Demijmêr 04:00 bû gava ku çeteyan êrîşî me kirin û di encamê de gelek kes birîndar bûn. Wê çaxê kesî nizanibû kî xwe xilas kir kî ma, kî hat revandin. Ji ber êrîşê gelek jin hatin revandin. Ji gundên me yê Aşûrî di navbera 250-275’an de Aşûrî hatin revandin. Beriya ku bighên gundê me û jinan birevînin, em ji gund derketin. Wê çaxê Cebhet El-Nusra li nêzî gundên me bûn û hîn şerê li herêmê germ bû. Çeteyan gotin nerevin û wê rewş baş bibe em ê we biparêzin. Heta ku DAIŞ’ê êrîş kir û gel û gelek jin û keçên me revandin û gundên me wêran kirin.”
‘Êrîşa 23’ê Sibatê, berdewama fermana 1915’an bû’
Şadiya Marogêl bandorên ku di warê tenduristî û derûnî de li malbata wê bûne wiha anî ziman: “Ji dîtina çeteyan a di rûyê me de û hestên tirsê zêdetir, ma em ê çi bêjin û nebêjin? Di warê tenduristî û derûnî de em pir bandor bûn û gelek kes ji malbata min ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dan, hinek ji wan ji ber nexweşînan û hinek ji wan jî ji ber tirsa ku jiyan kirin. Ji ber ku wê demê em ketin dorpêçê û me nedikarî em çemê Xabûr jî derbas bikin, hinek ji wan hatin revandin û hinek jî li ser rê mirin. Tenê gotin ku çete derbasî gundên me yê Aşûriyan bû, çawa û ji ku derbas bûn kesî nizanibû, ji ber ku plana wan a êrîşê di hesaban de bû. Mêjiyê me êdî ranedikir ku em bizanibin çi diqewime, kî êrîş kiriye, çi dibe. Êrîşa 23’ê Sibatê, berdewama fermana 1915’an bû.”
‘Ferq di navbera DAIŞ’ê û dewleta Tirk de tune ye’
Şadiya Marogêl da zanîn ku ferq di navbera DAIŞ’ê û dewleta Tirk de tune ye û siyasetên wan ên êrîş û qirkirinê wekî hev in. Şadiya wiha pêl da gotinên xwe: “Heta niha bandor û xeteriya êrîşan li ser gelê me yê Aşûrî zêde ye. Heya berî çend rojan ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Til Tewîl, çend malbatên Aşûrî neçarî koçberiyê bûn. Heta vê kêliyê jî, xeteriya êrîşên dagirkeriyê li ser hebûna me Aşûriyan heye.”
‘Ger wîjdan û mirovahî hebe divê çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin’
Şadiya Marogêl bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: “Bi hêvî me ku rewş baş bibe, malbat û hezkiriyên me hemû vegerin welat û li Sûriyê careke din aramî û hezkirin serwer bibe û Xabûr careke din jî biherike. Lê têkiliyekî xweş li vir heye ku em yek in û hemû jî xwişkên hev in, ji Kurd, Ereb heta Aşûrî û Suryaniyan. Eger wîjdan û mirovahî hebe jî, di vê cîhanê de, divê çeteyên DAIŞ’ê li ser sûcên li hember me kirine, werin darizandin.”