Dewleta Tirk qada perwerdê hedef digire: 6 dibistan hilweşiyan
Li kantona Firatê di encama êrişên dewleta Tirk de 6 dibistan rûxiyan, 18 xwendekar û mamoste jî di êrişên cûda de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 150 dibistan jî ji ber êrişan nekarî perwerdeyê bidomîne.

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Ji 8’ê Kanûna 2024'an ve heta niha Tirkiyeyê êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kiriye. Bi taybetî, Pira Qereqozaqê, Bendava Tiştînê û hinek derên herêma Firatê, bi çekên giran, balafirên bêmirov û balafirên şer tên hedefgirtin. Ev êrîş, li gorî hiqûqa navneteweyî sûcên şer in loma divê ku bertek werin raberkirin.
Bi van êrîşên ku her dem didomin, rasterast pergala perwerdeyê bû hedef û li ser perwerdeya li herêmê bandoreke xirab çêkir. Di encama êrîşên dawî de, li kantona Firatê 150 dibistan ji xizmetê derketin û bi hezaran xwendekar bê perwerde man.
Mamoste û perwerdekar Fatma Şeyh Osman, diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li ber çavên cîhanê çêdibin, bal kişand ku hedefgirtina saziyên perwerdeyê sûcê şer û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
6 dibistan hilweşiyan
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê, li kantona Firatê êrîşê saziyên perwerdeyê kirin. Dibistanên ku bi çekên giran û êrîşên hewayî hilweşiyane ev in: Dibistana Kolana Şikeftê, Dibistana Tel El-Îbr, Dibistana Xirûsê, Dibistana Dikanê, Dibistana Qereqozaqê, Dibistan El-Hurriye.
18 xwendekar û mamoste jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daxuyaniya ku Muduriyeta Perwerdeyê ya Herêma Firatê der barê hedefgirtina saziyên perwerdeyê de daye di encama êrîşên du mehan de 18 xwendekar û mamosteyan jiyana xwe ji dest dan, 8 xwendekar û mamoste birîndar bûn.
Bandorên derûnî
Berdevka Buroya Jinan a Komîteya Perwerde û Hîndekariyê Fatma Şêh Osman, diyar kir ku van êrîşan ne tenê di warê fizîkî de zirarê ddane, derûniya zarokan jî xirab bûye û got: "Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê, li ser gel û bi taybetî zarokan bandorên xirab çêdike. Bombebaranên berdewam û êrîş, derûniya zarokan xirab dike û asta wan a perwerdeyê kêm dike."
Fatma Şêx Osman, bal kişand ku yek ji sedemên bingehîn ên kêmbûna asta xwendinê, rûxandina binesaziyê, biranadina av û cereyanê û stresa ji ber şer e û wiha domand: "Xwendekar çawa ku nikarin dibistana xwe bidomînin, nikarin waneyên xwe yên li malê jî temam bikin. Hemû hêmanên bingehên ên perwerdeyê ji holê rabûn. Vê rewşê ne tenê li ser pêşketina bi perwerdeyê, li ser derûniya xwendekaran jî bandorên xirab çêdike.”
Rûxandina dibistanan û zêdebûna hejmara xwendekaran
Dibistanên ku bi bombebarana dewleta Tirk rûxiyan, li herêmê bûn sedema krîza perwerdeyê. Ji ber girtina 150 dibistanan, li dibistanên heyî hejmara xwendekaran zêde bû.
Fatma Şêx Osman wiha behsa vê rewşê kir: "Ji ber ku dibistanên li herêmên gundewar bi êrîşan hatin hilweşandin, li dibistanên li bajaran jî kar baş nehat kirin. Bi hezaran xwendekarên ku dibistanên wan rûxiyan neçar man li dibistanên heyî perwerde bibînin. Ji ber wê rewşê di her polek de herî kêm 40 xwendekar hene. Ev yek jî asta perwerdeyê kêm dike.”
Bêdengiya civakên navneteweyî û binpêkirina zagonan
Fatma Şêx Osman, civakên navneteweyî bê bêdengiya li dijî êrîşên dewleta Tir sûcdar kir û wiha domand: "Li gorî hiqûqa navneteweyî, di dema şer de hedefgirtina saziyên perwerdeyê û nexweşxaneyan qedexe ye lê Tirkiye li ber çavên hemû welatên cîhanê van sûcan didke. Zarokên me ji perwerdeyê bêpar dimînin, di nava tirs û xofê de dijîn û mafê wan ê serkeke nemane. Gelo van zarokan ewqas êşan heq kiribûn?”
Fatma Şêx Osman diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî li dijî van êrîşan bêdeng in û got: "Rêxistinên ku xwe weke parêzvanên mafên mirovan nîşan didin li ku ne? Saziyên ku îdia dikin mafên zarokan diparêzin çima bêdeng in? Ger bi rastî jî di warê parastina mafên zarokan de jidil bûna dê ji ber van sûcan helwestek cidî nîşan bidana.”
Êrîşên li ser perwerdeyê sûcên li dijî mirovahiyê ne
Fatma Şêx Osman da zanîn ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser dibistanên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, binpêkirina mafên mirovan e û wiha bi dawî kir: “Ez bang li civakên navneteweyî dikim. Divê ku xwedî helwest bin û nehêlin ji ber êrîşan zarok bê perwerde bimînin. Em dixwazin zarokên me perwerde bibin. Mafê perwerdeyê pîroz e û bi tu hincetê nabe were astengkirin. Ger cîhan li dijî van êrîşan bêdengiya xwe bidomîne dê nifşên nû yên ji perwerdeyê bêpar, di nava tarîtiyê de bimînin.”