Ji Tora ‘SÎHA’ banga lezgîn: Jinên Sûdanê tên qetilkirin

Tora ‘SÎHA’ ya ku bang li saziyên navnetewî kir, da zanîn ku di demên dawî de qetilkirin û destdirêjiya li hember jinên Sûdanê zêde bûye û xwest tavilê dorpêça li Darfûrê bê rakirin.

Sûdan- Tora Jinan a Sedsala Afrîkayê ‘SÎHA’, di raporên xwe yên nû de bûyerên destdirêjî û qetilkirina jinan ên li herêmên cuda yên Darfûra Sûdanê aşkera kir.

Bûyerên destdirêjî û xwekuştinê herî zêde çêdibin

Li gor raporê ji destpêka meha Sibatê ve jin û jinên ciwan li herêmên rojavayî yên El-Faşêr, bi taybetî li gundên Şeqra û herêmên Qoloyê, rastî kiryarên Hêzên Piştgiriya Lezgên hatine. Her wiha jinek li herêmên Xezanê hatiye serjêkirin û li taxa xerbî ya derdora El-Faşêrê jî gelek jin bi awayek hovane hatine qetilkirin. Torê diyar kir ku tevî qutbûna peywendiyê jî, wan bûyera xwekuştinê ya 5 jinan û jinên ciwan ên li herêmên Qolo û Şeqrayê belge kirine. Lê tê zanîn ku hejmara wan zêdetir e.

Jin rastî destdirêjiyê tên

Li gor raporê bûyera destdirêjiya li ser jinek ciwan a 16 salî ya li geliyê Şeqrayê hatiye tesbîtkirin. Her wiha di destpêka meha Sibatê de jî destdirêjî li ser sê jinên ciwan hatiye kirin ku di nav wan de du cêwî hebûne. Di heman demê de torê xwe gîhandiye jinek ciwan a 17 salî ku li herêma Xezan Qolo rastî destdirêjiyê hatiye.

‘Divê êrîş bên rawestandin’

Tora ‘SÎHA’, destnîşan kir ku ji ber dorpêçkirina herêma El-Faşêr a ku tê de sivîl dijîn, pêwendî qut bûne. Ev yek jî di aşkerakirina kiryar û sûcên li dijî sivîlan de, dibe asteng. Torê bang li civaka navnetewî kir ku bikevin nav liv û tevgerê û alîkariya gelê Sûdanê bikin. Her wiha derfetên jiyanî jê re vekin û dorpêçê bi dawî bikin. Di heman demê de êrîş û tundiyên ku li herêmên Sûdanê rû didin rawestînin û jiyana sivîlan biparêzin.