Mala extiyaran bi hezkirina jinek tê birêvebirin

Her çendî extiyarî weke qonaxeke xwezayî ya jiyanê were qebûlkirin jî bi taybetî di civakên ku polîtîkayên civakî li wan kêm in, pirsgirêk di vî warî de zêde ne.

HENAN HERÊT

Mexrib – Li mala Extiyaran a li bajarê Sidî Allal el-Behraoui ku nêzî 28 kîlometre li bakur û rojhilatê Rabatê Bakurê rojavayê Mexribê ye, Sadiya Sanîba û tîma xwe, hem lênêrîna rojane û hem jî jiyana civakî ji extiyaran re pêşkêş dikin. Çîroka van mirovan, bi bêrîkirin, tenêtî û hêviyê pêçandiye. Di heman demê de têkildarî mafên extiyaran û girîngiya hewldanên mirovî, nîqaşek berfireh diteyîsîne.

 

Extiyar bi dilê xwe yê germ di nava dîwaran de ne

 

Kesên ku di mala extiyaran de dijîn, mînakên kesên ku ji aliyê malbatên xwe ve dest ji wan hatiye berdan û bêwefatiyê ne. Lê belê ev çîrokên bêdeng, di heman demê de şahidiya hêviyên nû ye. Li pişt van dîwaran, Miluda Zekrî ya ji 70 salî mezintir e û hemû kes bi navê ‘Dayê Miluda’ gazî wê dikin, bi awirên xwe yên hêmin û kenê ji dil balê dikşîne bi gotinên; “Ez 16 salî zewicîm” şala xwe ya spî rast dike û dibêje: “Zarokên min çênebûn. Dema hevjînê min mir, ez bêkes mam û neçar mam bêm vê derê.”

Her çendî gotinên wê nebaş bin jî rûyê wê ne xemgîniyê, aramiyê diteyîsîne û wiha got: “Mirov mala extiyaran weke cihê tenêtiyê dibînin.” û bi ken got: “Lê li vê derê em wekr malbatek biçûk in. Em sohbet dikin, dikenin û bi hev re demê derbas dikin.”

‘Ez bi daxwaza xwe hatim’

Jineke din Ayşe Şilhat ji Hinifrayê hatiye dinyayê. Jineke bêdeng e bi dengek kêm got: “Min dayîk û bavê xwe di 25 saliya xwe de winda kir. Mirovên min ên nêz tunebûn. Li bajarê Humsatê ez bi mirovên xwe yên dûr re mam, min alîkariya karên malê kir, li zarokên wan nihêrî. Min ew weke malbata xwe jê hez kir. Lê belê sal derbas bûn, bedena min westiya êdî ez nedixebitîm. Min ji wan re got naxwazim li ser kesan bibim bar û bi daxwaz hatim mala extiyaran.”

Îro dema li aliyekî rûdinê, bi hezkirina dayîkê li kesên derdora xwe dinêre dikene û dibêje: “Lê vê derê min hezkirin û germahiyê dît.”

Têkoşîna jinek a lênêrînê

Li korîdorên mala extiyaran, ne tenê rêveber, jinek ku hema bibêje dayîktiyê dike heye. Sadiya Sanîba, li odeyan digere, bi extiyaran re dikene û li wan guhdarî dike û dibêje: “Ji dayîka min mîras ev ji min re maye. Dema li kolanê min extiyarên ku hatine terikandin dît, min biryar da. Ji bo parastina vê malê bi salan min hewl da. Ji min re dibêjin ‘dayîka extiyaran’ ji ber hezkirin, bawerî û piştevaniya li vê derê dîtine, bûm dayîka wan.”

Sadiya Sanîba wiha behsa bîranînên xwe yên ji bîr nekiriye kir û got: “Bavek bi kurê xwe re piştî 38 salan hat ba hev. Yekî din, piştî 34 salan malbata xwe dît û piştî mehekê wefat kir. Ev çîrok her dem vê pirsî tîne bîra min: Çima em dayîk û bavê xwe bi tenê dihêlin?”

‘Eleqedariyek bi sebir tê xwestin’

Sadiya Sanîba da zanîn ku piranî kesên li mala extiyaran dimînin bi nexweşiyên kronîk an jî derûnî re têdikoşin. Di nava wan de nexweşên Alzheimerê jî hene û wiha got: “Em dermanên wan dabîn dikin, wan dibin nexweşxaneyê lê belê pirsgirêkên wan ên madî xilas nabin. Eleqederiya bi wan re sebrê dixwaze. Ji ber ku ji aliyê hestiyarî ve weke zarokan in.”

Sadiya Sanîba bal kişand ser rola rêveber a jinan di civakê de û wiha got: “Jin rastî gelek astengiyan tên. Ger jinek bibe rêveber, teqez gelek têkoşiyaye, zincîran şikandiye.”

Polîtîkayên kêm û pêwistiyên rast

Daneyên fermî, zêdebûna nifûsa extiyarbûna zû li Mexribê nîşan didin. Di sala 2014’an de rêjeya 60 salî û jortir ji sedî 9,4 bû. Di sala 2024’an de ev rêje bû 13, 8, ango nêzî hema bibêje ji çaran yekê nifûsê.

Lê belê polîtîkayên civakê li gorî vê nîn in. Mala extiyaran a ku Sadiya Sanîba birêve dibe hewl dide bi fînansmaniya kêm li ser lingan bimîne û Sadiya Sanîba wiha got: “Hinek sazî destek didin lê belê nîvê mesrefan pêk naynin. Derman, paç, gihîştina nexweşxaneyê gelek zor e û biha ye. Di heman demê de qerta nasnameya gelek extiyaran nîn e. Dema dimrin jî ji bo definkirinê rastî astengiyên burokratîk tên. Cenazeyên ku bi mehan dimînin hene. Ev jî gelek bi êş e.”

Civakên extiyar dibin rastiyeke herêmî

Li bakurê Efrîqayê zêdebûna nifûsa extiyar tenê bi Mexribê re ne sînordar e, li welatên weke Cezayîr, Lîbya û Morîtanyayê ewlehiya civakî nebes e û xizmetên tenduristiyê kêm in. Ji ber vê extiyar bi giştî girêdayî desteka malbatê yan jî hewldanên dilxwaz ên kesên weke Sadiya Sanîba ne.

Li gorî rapora 2024’an a Fona Nifûsa NY, li Mexribê kesên ji 60 salî zêdetir piranî ji jinan pêk tên. Gelek jinên ku ji mafê teqawîdbûnê sûdê negirtine di vê pêvajoyê de di rewşa şikestî de ne.

Banga ji bo hezkirin merhemet û berpirsyariyê

Sadiya Sanîba axaftina xwe wiha temam kir: “Divê em extiyaran tenê rojek bi bî neynin. Ew dayîk û bavên me ne. Kokên malbata me ne. Divê dewlet zêdetir xwedî li wan derbikeve. Lê belê berpirsyariya bingehîn li ser civakê ye. Ji ber xwedîderketina li extiyaran ne tenê başiyek e, deynê me hemûyan e.”