Kovara Jinê bi berga ‘Çi bi Rojînê Kabaîşê bû?’ derket
Hejmara nû ya Kovara Jinê bi berga “Çi bi Rojînê Kabaîşê bû?” derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan – Hejmara 139’an a Kovara Jinê ku her roja Yekeşemê tê weşandin bi berga “Çi bi Rojînê Kabaîşê bû?” derket. Di vê hejmarê de di şexsê Rojîn Kabaîşê de komkujiyên li dijî jinan, xwegihandina edaletê û têrnekirina mekanîzmayên parastinê yên dewletê û pirsgirêkên din ên jinan hatin vegotin.
Hemû sernavên di hejmara nû de ev in:
* Qêrîna qêrîneke bêdeng: Rojîn Kabaîş / Oznûr Deger
* Saziya Tipa Edlî û xwegihandina edaletê ya jinan: Li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê nirxandineke sazûmanî / Îrem Îlhan
* Rojîn Kabaîş: Cînayeta di bin parastina dewletê de / Oya Açan
* Komkujiyên jinan polîtîk in / Eren Keskîn
* Ji bo Rojînê û hemû jinan... / Zeynep Demîr
* Ji Ayferê heta Rojînê dema diguhere û wargehên xwendekaran ên qet naguherin / Sakîne Esen Yilmaz