Berhemdariya hinarên El-Susê îsal ji ber bêxwedîtiyê kêm bûye

Hinaren El-Susê ên li herêma Dêrezorê bi taybetî, li kortala Firatê çêdibin, ji hinarên herî baş ên Sûriyeyê ne. Vê hinara ku jê re digotin “zêrê sor” ku demek li ser sifreyên Sûriyeyê bû, ji ber rewşa çandinî û aborî zirarê dibîne û kêm dibe.

ZEYNEB XILÊF

Dêrazor - Bajarokê El-Susê gundê Mereşîde yê girêdayî wî, yek ji navendên hilberîna hinarê yên rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji sedî 80 şêniyên herêmê debara xwe bi hinaran dikin. Hinarên El-Susê bi rengê sorê girtî, tama xwe ya şirîn û tirş û dendikên bi av, navdar in û bi salan li bazarên herêmî bûn marqeyek. Tevî axa berhemdar, avhewaya nerm û tecrubeya çandinî ya ku nişf bi nifş domiya; di salên dawî de ji ber tunebûna desteka saziyî û taknîkî, hem qelîte, hem jî berhemdariya wê kêm bûye. Cotkar, ji bihayên ku her diçe zêde dibin, zirarên li ser çandiniyê û zoriyên bazarkirinê gilî dikin.

‘Îsal ji hundir ve kurm li hinaran xist’

Fedwa Muhemmed el Huseyîn a ku darên wê yên hinarê hene, dibêje ku îsal berhemdarî pir kêm bûye û wiha dibêje: “Kurmê spî yê hinarê îsal ji hundir ve hinaran kurmî kir. Hinarên ku ji derve ve saxlem xuya dikin, ji hundir ve xira bûbûn. Em nikarin heqê mazot û karkeran jî bidin. Tevahiya salê em xebitîn lê qezenca me hema bibêje qet çênebû lewre pêdiviya axê êdî bi derman, gübre û xwedîbûnê heye.”

Demsala çandiniyê ya ku her sal 10’ê Cotmehê dest pê dike û heta dawiya mehê didome, îsal bêdeng bû. Weke salên berê komên ku hinaran berhev dikirin û bi dehan malbatan dabara xwe pê dikirin îsal tunebûn. Ji ber ku berhemdarî kêm e hem debara cotkaran hem jî aboriya herêmê zirarê dîtin.

‘Ev dever û ax bi sedsalan bi hinarên xwe navdar bûn’

Bi zoriyên hilberînê re cotkar nikarin hinaran bibin bajarên cîran Bukemal û Meyadînê. Ji ber riyên xirabe û bihayê mazot û benzînê, maliyeta neqliyeyê bûye duqat. Fedwa Huseyîn ji bo vê rewşê wiha dibêje: “Hinar êdî têra mesrefên neqliyatê jî nakin. Gelek cotkar neçar dimîne gelek hinaran bi daran ve yan jî li nava zeviyan bihêle. Her ku kirîn kêm bû, bihayê wan jî kêm bû. Hema bibêje pir erzan bûn lê her kes dizane ku ev dever û ax bi sedsaslan bi hinarên xwe navdar bûn.

‘Hinar fêkiyeke bêhempa ye’

Hinara ku weke “fêkiya cenetê“ tê zanîn, ji bo gelê El-Suşeê ne tenê fîkiyek e; di heman demê de çavkaniya xwarin, şîfa û debarê ye. Li bajarok, ava hinarê û rîçalên hinarê bi salan dihatin çêkirin. Ava hinarê di xwarinan de tê bikaranîn, ava nû ya hinarê li herêmê yek ji şerbetên ku zêde tê hezkirin e. Jin rîçala hinarê ya ku bi xwe çêdikin difroşin, pê debara xwe dikin. Qaşikên hinarê di şîfageriya gel de ji bo nexweşiyên mîde û di boyaxkirina qumaşan de tên bikaranîn. Şaxên daran ên hişk dibin jî mehên zivistanê ji bo şewitandinê bi kêr tên.

Fedwa Huseyîn, behsa kevneşopiya rêbazên parastina hinaran dike û wiha didomîne: “Em hinaran di odeyên hênik de vedişêrin an jî bi ben ve bi qatiyê hundir ve dikin. Bi mehan dimîne. Ev fêkî bi rastî jî gelek hêja û giranbiha ye.”

Desteka teknîkî û sazî pêwist in

Lê tevî hemû dewlemendî û kevneşopiyan jî; cotkar êdî nikarin hilberînê bikin. Kêmasiya desteka teknîkî û aborî, dibin astengî li pêşiya hilberandina hinaran. Cotkar dixwazin, navendên şêwirmendiya çandinî werin avakirin, gubre û dermanê bi bihayê guncaw werin temînkirin û saziyên ji bo derxistina ava hinaran werin vekirin. Fedwa bi gotinên; “Ax bi bereket e lê bê av e” wiha dibêje: “Heta ku destekek baş tunebe, em nikarin bikevin rewşa xwe ya berê. Em tenê dixwazin keda me û nasnameya me ya çandinî were parastin.”

‘Hinar jiyan û nanê me ne her dendika hinare keda bi salan e’

Ji bo şêniyên El-Susê û Mereşîdeyê hinar, tenê çavkaniya debarê nîn e; sembola sebir û aîdiyetê ye. Vê kevneşopiya çandiniyê ya nifş bi nifş maye heta îro; bûye nasnameya herêmê.  Fedwa bi gotinên; “Hinar jiyan û nanê me ye” wiha didomîne: “Her dendika hinarê keda bi salan e. Hêviya me ew ku sala li pêş bereket zêdetir be û bexçeyên El-Suşeê bi kulîlkên hinaran bixemilin.”

Ger baldarî tunebe dê dendikên hinarê weke şahidên bêdeng û keda nîvçemayî bimînin

Hinarên El-Suşeê ku berê bi navê “Zêrê sor ê Firat” dihatin nasîn, îro di navbera tunebûn û hebûnê de ye. Ger desteka pêwist û eleqeya saziyî jê re çêbibe, dibe ku ji nû ve bi navê xwe yê şanaziya aborî ya herêmê baştir bibe. Lê ger bêbaldarî bidome; dê ev ax yek ji sembolên xwe yên herî bi nirx winda bike û dendikên hinarê weke şahidên bêdeng ên keda nîvçemayî bimînin.