Li Rojhilat û Îranê 19 jin û zarok hatin qetilkirin, 13 mirinên bi guman

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di meha Cotmehê de 17 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 13 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan û 8 jinên ku bi sucên cuda dihatin darizandin jî ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Dîtina cenazeyê Şehla Kerîmiyan a ji Mehabadê, di civakê de bû sedema bertekên mezin. Li gorî raporan, Şehla Kerîmiyan ji aliyê hevjîn û birayê xwe ve bi hinceta "pirsgirêkên rûmetê" hatiye qetilkirin û cenazeyê wê li herêmekî dûr hatibû veşartin, piştî du hefteyan bi tesadufî hat dîtin.

Di heman demê de li Meşhedê cenazeyê jineke ciwan li nava zeviyên derdora bajêr hat dîtin. Li gorî raporan, ev jin jî ji aliyê bavê xwe ve “bi hinceta namûsê" hatiye qetilkirin.

Ev her du bûyeran, tundiya li dijî jinan û bûyerên “cînayetên namûsê” ji nû ve anî rojevê. Rexnegir diyar dikin ku ev diyarde ji domandina pergaleke ku ji aliyê mêran ve serdest e û nebûna parastina qanûnî ya jinan, bingeha xwe digre.

Şehla Kerîmiyan û bi hezaran jinên din, di bin heman pergala ku ji aliyê mêran ve serdest e de tên qetilkirin.

Ajansa me her meh, der barê cînayet û îdiaya xwekuştina jinan û sedemên wan de raporeke îstatîstîkî amade dike. Li gorî vê yekê, di meha Cotmehê de 17 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 13 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan û 8 jinên ku bi sucên cuda dihatin darizandin jî ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.

Bûyerên hatine jiyîn wiha ne:

23’ê Îlonê: Li nêzî Gola Firuzkuh Ahank cenazeyê bavekî 86 salî û du keçên wê yên 42 û 45 salî hat dîtin.

• 23 û 26’ê Îlonê: Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, Zehra Mulayian a ji Îlamê û Nergîs Envorî, Sorh Chewar a ji Çeşmeyê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

• 24’ê Îlonê: Mehnez Dehqanî bi sûcdariya cînayetê li Girtîgeha Adilabad a Şîrazê hat darvekirin.

• 25’ê Îlonê: Jina bi navê Nadiya Zekî ya nişteciha Îlamê û sê 3 ferdên malbata wê, ji ber "nakokiya aborî" ji aliyê biraziyê hevjînê xwe ve hatin qetilkirin. Her wiha li gundê Pêşteng Çeşme Qelîjan a Ravansarê jina ciwan Hana Weysî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

• 26’ê Îlonê: Kosar Dervîşî ya 16 salî ya ji gundê Elî Ekber Derûd Feraman li Kirmaşanê, ji ber malbata wê nikaribû pêdiviyên wê yên dibistanê bi cih bîne, dawî li jiyana xwe anî.

• 29’ê Îlonê: Cîran Zaherî ya ku 9 sal bûn di girtîgehê de mabû, ji ber kuştinê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Îsfahanê hat darvekirin.

• 30’ê Îlonê: Jineke ciwan a bi navê Mestî Mahzerî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

• 1’ê Cotmehê: Cenazeyê Mîna ya 40 salî bi awayekî şewitandî li nêzî Îslamşehrê hat dîtin. Sedema qetilkirin û kiryar nayê zanîn. Heman rojê, Rojya Abbaszade ya 25 salî bi sûcdariya cînayetê li Girtîgeha Zencanê hat darvekirin. Her wiha jina 60 salî ya ji Yezd-Erdakanê ji aliyê kurê xwe ve bi hinceta "nakokiya malbatî" hat qetilkirin.

• 2’ê Cotmehê: Jineke extiyar a li Qudûsê dijî, ji aliyê xizmekî ve bi hinceta diziyê hat qetilkirin. Heman rojê, cenazeyê Şehla Kerîmiyan a 38 salî ya berê ji aliyê hevjîn û biraziyê xwe ve bi hinceta "namûsê" hatibû qetilkirin, li goristana gundê Befrevan a Mehabadê hat dîtin. Her wiha rahênera Wu-shu û werzişvana 26 salî Rahîle Siyaveşî ji aliyê hevjînê xwe ve bi hinceta "domandina çalakiyên xwe yên werzîşê û beşdariya kampanyayek” hat qetilkirin.

• 3’ê Cotmehê: Li gorî medyaya navxweyî ya Îranê, jineke nasnameya wê nediyar li Girtîgeha Qezalhesarê ya bajarê Kerecê, hat darvekirin.

• 6’ê Cotmehê: Ferîde Resûlî ya 30 salî ya nişteciha Baneyê, ji ber "nakokiya malbatî" bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Her wiha jina 32 salî ya nişteciha Merwdeştê ji aliyê 2 mêrên 18 salî ve bi zanebûn bi wesayîdê hat qetilkirin.

• 7’ê Cotmehê: F.D. ya 29 salî ji aliyê bavê xwe ve "bi hinceta namûsê" hatiye qetilkirin û cenazeyê wê li nêzîkî çolê bi awayekî perçekirî û şewitandî hate dîtin.

• 8’ê Cotmehê: Zohre Qaemî ya 42 salî ya karmenda Fakulteya Zanistên Malbatê ya Zanîngeha Tehranê, ji aliyê hevjînê xwe ve ji ber "nakokiya aborî " hatiye qetilkirin.

• 11’ê Cotmehê: Sarîna Hezlî ya nişteciha Hemedan-Asadabadê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Heman rojê, anestezîst Semiye Taberî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Her wiha li gundê Qasemabadê yê navçeya Haşê Sacîde Sendekzehî ya 20 salî jî tevî bi du zarokên xwe yên biçûk, ji ber sedemek nediyar ji aliyê xezûrê xwe ve hate qetilkirin.

• 13’ê Cotmehê: Sakîne ya 80 salî ji aliyê kurê xwe ve bi hinceta "nakokiya aborî" hat qetilkirin. Heman rojê, Zeyneb Xodabende jî bi sûcdariya madeya hişbir li Girtîgeha Dastgerd a Îsfehanê hat darvekirin.

• 15’ê Cotmehê: Hadîs Elî Keremî ya niştecihê Îlamê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Her wiha Nahîd Hemetî jî bi sûcdariya madeya hişbir li Girtîgeha Destgerdê hat darvekirin.

• 16’ê Cotmehê: Kafiye Qubadzade ya 30 salî ji ber sûcê cînayetê li Girtîgeha Dastgerd a Îsfahanê hat darvekirin. Her wiha , xwendekara bijîşkî ya Zanîngeha Yezd Azad Mojgan Mohammadnejad, ji ber zexta derûnî ya dijwar a profesorên xwe dawî li jiyana xwe anî.

• 18’ê Cotmehê: Nişteciha Tehranê ya 67 salî ji aliyê kesekî nenas ve bi hinceta diziyê hat qetilkirin. Heman rojê Reyhane Derzade ya 23 salî ya ji gundê Şegim Bala yê navçeya Nikşehrê, ji ber li dijî pirzewaciyê derket, ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Jina 34 salî ya ji Meşhedê jî ji ber daxwaza ya hevberdanê ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin. Her wiha Semîre Meini̇fer a ji gundê Qezelqupî yê Mahabadê jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

• 20’ê Cotmehê: Jina 40 salî ya ji gundê Kebudgonbed ê Pakdaştê, ji aliyê hevjînê xwe yê 70 salî ve bi hinceta "nakokiya malbatî" hat qetilkirin. Her wiha Sarîna Restemî ya 16 salî ya nişteciha Serpîl Zehab ji aliyê bavê xwe ve "bi hinceta dijî derketina zewaca bi zorê” hat qetilkirin.

• 22’ê Cotmehê: Saîdê Xodadadî ya 40 salî, ji ber sûcdariya cînayetê li Girtîgeha Dastgerd a Îsfahanê hat darvekirin. Her wiha alîkara jinekolojiyê ya li Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Tehranê Yasemîn Şîranî Bidabadî, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Heman demê, li gundê Şeyhler ê Bukanê cenazeyê zarokekî 12 salî ya bi awayekî hovane hatiye qetilkirin, hate dîtin. Her wiha, ciwanekî ji Tehranê, ji ber bikaranîna madeya hişbir krîz derbas kir û dayîk û bavê xwe qetil kir.

Hinek bûyerên di meha Îlonê de hatin jîyîn lê di meha Cotmehê de hatin hînbûn:

Li gorî rapora ajansa me, di meha Îlonê de 17 jin û 8 zarok hatin qetilkirin, 13 jin û 3 zarok jî bi awayekî guman mirin û 7 jinên ku bi sûcên cuda dihatin darizandin ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.

Li gorî daneyên herî dawî, 27’ê Îlonê zarokekî 2 salî ya bi navê Maral Aqacanî ji ber "nakokiya malbatî û nîqaşa di navbera hevjînan de” ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.

Divê bê diyarkirin ku gelek bûyerên cînayetê qet nayên vegotin; ji ber zextên siyasî û çandî, bidestxistina daneyên rast ne pêkan e. Hejmarên hatine pêşkêşkirin, tenê bûyerên hatine ragihandin dihewîne.