‘Mal ji bo zimanê dayîkê dibistan e’
Li Tirkiyeyê polîtîkaya bişavtinê herî şênber xwe di warê zimanê dayikê de didin der. Dîlan Şebeşoglu, bi gotinên “Her mal ji bo zarokan dibistana pêşîn e” balê dikşîne ser girîngiya zimanê dayîkê û dibêje: “Divê ziman û jiyan bi Kurdî be.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî, her sal di 21’ê Sibatê de tê pîrozkirin. Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî, (UNESCO) di sala 1999’an de, roja 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê" diyar kir. Ji 21’ê Sibata 2000’an û vir ve, bi armanca jiyana pirzimanî û piştgiriya cudahiyên çandî ev roj tê pîrozkirin.
Li gorî daneyên UNESCO’yê; li dinyayê 5 hezar jê herêmî, ji 7 hezarî zêdetir zimanên ku bi wan dixaxivin hene, lê ji sedî 40’ê van zimanan bi xetera tunebûnê re rûbirû ne. Li gorî Atlasa Zimanên di bin Xeterê de ya UNESCO’yê; li cîhanê ji salên 1950’yî heta niha 230 ziman tune bûne. Heta niha li Tirkiyeyê 18 ziman tune bûne, zaravayê Kirmanckî yê Kurdî jî li ber xetera tunebûnê ye.
Bi zarokên xwe re Kurdî axivî wan bi zimanê Kurdî mezin kir!
Li ser mijarê Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk, (SAMER) têkildarî mijarê par raporek amade kir. Li gorî raporê li bajaran ji sedî 40-45’ê Kurdan li malên xwe bi Kurdî diaxivin. Malbatên ku bi zarokên xwe re bi zimanê dayîkê diaxivin jî bal kişandin ku li derveyî malê polîtîkayên bişavtinê pir bandorê li ser wan dikin. Dîlan Şebeşoglu ya dayika 3 zarokan e, zarokên xwe bi zimanê dayîkê mezin kiriye. Dîlan dibêje ku ew bi xwe jî bi zimanê xwe mezin bûye û dibêje: “Weke dayîkek mafê min tuneye ku zarokên xwe bi zimanekî din mezin bikim. Divê zarok bi zimanê xwe yê dayîkê mezin bibin.”
‘Xwezaya neteweyek çi be, zimanê wê jî ew e’
Dîlan Şebeşoglu diyar dike ku xweza û jiyana mirovan pêdivî bi ziman dibîne, mirov bi zimanê xwe tên cîhanê û wiha domand: “Xwezaya neteweyek çi be, zimanê wê jî ew e. Zimanê dayîkê hebûneke xwezayî ye. Zimanê min Kurdî ye û ez bi Kurdî diaxivim. Divê mirov bi zimanê xwe biaxivin. Ger mirov behsa polîtîkayên bişavtinê bike, ne pêkan e zimanekî xwedî kok û dîrok wisa winda bibe lê ger xwe neparêze, rastî her cure bişavtin û tunebûnê tên.”
‘Ger em bi zimanê xwe neaxivin em ê xizmetê ji polîtîkayên bişavtinê re bikin’
Dîlan Şebeşoglu diyar kir ku li welatekî ku ji bo berdewamî û hebûna zimanekî bi tenê, zimanên din ji nayên dîtin. Dîlan da zanîn ku îro polîtîkaya bişavtinê ya sedsale di meriyetê de ye, bang li malbatan kir ku xizmetê ji vê polîtîkayê re nekin. Dîlan wiha domand: “Ger em bi zimanê xwe naxivin û xizmetê ji polîtîkaya bişavtinê re bikin, ewê zimanê me tune bibe. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û mezin bi pêş bixin. Peywira vê yekê li ser milên dayîkan e. Dayîk û malbat, bi zanîna van polîtîkayan divê zarokên xwe bi zimanê dayîkê mezin bikin. Zarokên ku bi zimanê xwe mezin dibin, di warê perwerde û jiyanê de pêşketîtir in.”
‘Malbat girîngiya ku didin zimanê Îngilîzê nadin Kurdî’
Dîlan Şebeşoglu bi gotinên “Mezinkirina zarokan bi zimanê dayîkê û fikrandina bi zimanê dayîkê tişteke pir hêja ye” balkişand ser girîngiya fêrbûna ziman a di zarokatiyê de û gotinên xwe wiha domand: “Belê dibe ku zimanê me nebûbe yê perwerdeyê û fermî nîne, lê dema ku zarok bi zimanê xwe yê dayîkê mezin dibin, tu carî ji bîr nakin. Keça min a diçe dibistanê lê dibistanê zimanê Tirkî hîn bû lê dema tê malê bi Kurdî diaxive. Zarok dikarin hînî gelek zimanan bibin. Malbat bi qasî ku girîngî didin hînkirina zimanê Îngilîzî ewqas nadin Kurdî. Divê em li zimanê xwe xwedî derbikevin. Ev jî ji nava malê dest pê dike, her mal ji bo zarokan dibistana pêşîn e.”
‘Mafê kesî tuneye zarokek Kurd bi zimanekî din mezin bike’
Dîlan bang li malbatan kir ku ji bo pêşerojê bê hêvî nebin û wiha got: “Malbat dibêjin ‘jixwe dê biçin dibistanê hînî Tirkî bibin’ bi zarokên xwe re Kurdî naaxivin, lê pêşeroja zarokan nafikirin. Ew zarok dema mezin bibe dê hesab ji me bipirse. Ez Kurd im û mafê min tuneye ez bi zarokên xwe re bi zimanekî din biaxivim. Mafê min tune wisa bikim. Ez bi zimanê xwe yê dayîkê mezin bûm, divê zarokên min jî bi zimanê xwe mezin bibin, biparêzin. Mafê tu kesî tune ye zarokên Kurd bi zimanê Tirkî mezin bikin. Ziman Kurdî be divê jiyan jî Kurdî be. Keça min a diçe dibistanê, dema hînî Tirkî bû Kurdî ji bîr nekir û her du zimanan jî dizane. Piştî çû dibistanê, ket lêpirsîna ka çima li dibistanê bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde nabîne.”