Dayikên Şemiyê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn

Li Qada Galatasarayê Aqûbeta Mûrat Yildizê ku di sala 1995'an de li Îzmîrê di bin çavan de hatî windakirin hat pirsîn.

Stenbol – Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û ji bo darizandina faîlan, her hefteyê li Qada Galatasarayê tên ba hev. Dayikên Şemiyê çalakiya 1039’an li dar rxist. Dayikên Şemiyê yên ku bi qurnefîl û wêneyên windayan li Qada Galatarasayê hatin ba hev û vê hefteyê aqûbeta Mûrat Yildizê ku di sala 1995’an de li Îzmîrê di bin çavan de hat windakirin hat pirsîn û daxwaza darizandina failan hat kirin.

Sebla Arcanê behsa çîroka Murat Yildiz kir û got, "Ew 19 salî bû û bi dayika xwe re li Îzmîrê dijiya. Murat Yildiz di 23'ê Sibata 1995'an de bi dayik û parêzerê xwe re çû Qereqola Ozkanlaro ya Îzmîr Bornovayê û teslîmî komîser Ramazan Kaya û polîs Tahîr Şerbetçî bû. Ji Mûrat Yildiz ji wê rojê şûn ve tu agahî nehat girtin û tenê 1 lîre 18 qîrûş ceza li polîsên berpirsiyar hate birîn."

‘Ev 30 sal e li kurê xwe digerim’

Diya Mûrat Yildiz Hanîfe Yildiz wiha axivî: "Ev 30 sal in ez kurê xwe, dayîkbûna xwe û edaletê digerim. Sal û mehên me yên biêş gelek in. Salvegera şehadeta Dayika Berfo ye, ez li hember wan bi hurmet bejna xwe ditewînim.

Daxuyanî piştî danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.