Aktivîsta Mexribî: Heta ku jin azad nebin civak azad nabe

Aktivîsta mafên mirovan Mariya Zuveynî destnîşan kir ku li Mexribê jin bi têkoşînê, mafên xwe bidest xistine. Mariya Zuveynî ya got “Heta ku jin azad nebin, civak azad nabe” anî ziman ku ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.

RAJA XAYRAT

Mexrib – Di salên 1970'yî de, jinên girêdayî tevgerên çepgir, li Mexribê bingeha tevgera jinan ava kirin. Jinên di nava partiyên çepgir û pêşverû de cîh digirtin, bûn çavkaniya herî girîng a têkoşîna femînîst. Ji nîvê salên 1980'yan heta niha, di warê reformên hiqûqî de guhertinên girîng çêkirin. Ev têkoşîn bi taybetî di sala 2004’an de bû sedem ku Zagona Malbatê (Zagona Rewşa Medenî) were pejirandin. Li ser derketina tevgera jinan, pêşketinên di pergala hiqûqê ya Mexribê de û Destûra Bingehîn de, em bi girtiya siyasî ya berê û aktîvîsta mafên mirovan Mariya Zuveynî re axivîn.

Ber bi têkoşîna mafên jinan ve

Mariya da zanîn ku di dawiya salên 1960'î de û di salên 1970'yî de jinên ku beşdarî rêxistinên çepgir bûne, ji tevgera neteweyî ya Mexribê bi bandor bûne. Mariya bi bîr xist ku jin û mêrên aktivîst, ji bo ku li Mexribê civakek wekhev û demokratîk ava bibe, xwedî heman nêrînê bûne û wiha got: “Jinên ku di nava têkoşîna ji bo serxwebûnê de cihê xwe girtin, nifşên nû şiyar û zana kirin. Di salên 1960'yî de, tenê rojevek ciwanan hebû ew jî; Li dijî mêtingeriya Fransayê, berxwedana gel û serxwebûna Mexribê bû. Lê piştî serxwebûnê Mexrib bû cihê têkoşîna demokrasî û desthilatdariyê. Di salên 1960'î û 1970'yî de ev têkoşîn dijwartir bû, bi hezaran ciwan hatin girtin. Ev rewş bû sedem ku têkoşîna ji bo mafên demokratîk û edaleta civakî didome, mezintir bibe.”

Jin di bin siya mêran de mabûn

Mariya destnîşan kir ku heta salên 1970'yî mijara mafên jinan, ne di partiyên siyasî de ne jî di rexistinên derzagonî de nebûne mijara sereke. Mariya anî ziman ku ya esas, têkoşîna demokrasiyê û şoreşa gel bûye, lê ji ber ku her ku çûye jinan di rêxistinên çepgir de pêşengî kirine, li ser mijara wekheviya zayendî nîqaş çêbûne. Mariya ragihand ku bi demê re daxwazên jinan ên di nava rêxistinê de, wek encama guherîn û veguherîna civakê hatine dîtin.

Jinên çepgir bi girtin û êşkenceyê bedêl dan

Mariya da zanîn ku gelek jinên ku endamên rêxistinên çepgir bûn, ji ber ramanên xwe yên siyasî hatine girtin û wê demê wiha vegot: “Piraniya aktivîstên ku li Mexribê pêşengiya tevgerên jinan dikin, di paşerojê de rastî vê zilmê hatin. Aktivîstên jin, neçar man ku li hember avabûnên serdest ên mêr ên di nav partiyên siyasî de ne, têbikoşin. Daxwazên wan tim hatin redkirin. Lewma jî hinek jin ji partiyên siyasî veqetiyan û dest bi têkoşîna ji bo mafên jinan kirin. Van jinan bi taybetî ji bo ku Zagona Malbatê bê reformîzekirin gelek hewl dan. Ji ber ku daxwazên wan nehatin pejirandin, hinek ji wan ji partiyên ku salên dirêj ked dane vekişiyan. Jinên di rêxistinên deryasayî de jî, têkoşînên nêzî vê rewşê meşandin. Êşkence dîtin, hatin girtin. Lê ev tecrube bû sedema xurtbûna biryardariya jinan a di têkoşîna wekheviyê de.”

Zextên di girtîgehan de li jinan hatin kirin

Mariya diyar kir ku piraniya aktivîstên jin ên çepgir, di salên 1970'yî û 1980'yî de li girtîgehan rastî êşkenceyê hatine û ev agahî dan: “Jina bi navê Darb Moulay ku di Girtîgeha Şerîf a li Kazablankayê girtîgehek navdar a veşarî ye de maye, dibêje ku ‘Gardiyanan ji bo ku me acis bikin bi navê mêran gazî me dikirin. Dixwestin me bêzar bikin û derûniya me têk bibin. Lê me li hember wan berxwedanek wisa nîşan da ku matmayî bûn. Roja yekê gotin qey emê pes bikin, lê me heta dawî liberxwe da. Êşkence li me hat kirin lê dîsa jî me dest ji baweriyên xwe berneda. Tiştên ku di girtîgehê de hatin serê min, ev tişt nîşanî min dan: Ji bo ku em wekheviya jin û mêran bi civakê bidin bawerkirin, pêwîst e em têkoşînek ji bo guhertina civakê bimeşînin. Pêwîst e em şerê xwe yê ji bo ku jin bibin ferdek û wisa bên naskirin, bidomînin.’ Li Mexribê têkoşîna mafên jinan bû sedema guherînên yasayî.

Tevgera jinê di reformîzekirina yasayên Mexribê de rolek krîtîk lîst. Çend ji van guhertinan, wiha ne: Zagona Malbatê ya Hejmar 1958, di sala 1993’yan de hat revîzekirin û statuya jinan xurt bû. Zagona Malbatê ya di sala 2004’an de hat erêkirin, zêdetir maf dan jinan. Jinan di nav malbatê de berpirsyariya wekhev girtin. Mafê biryara zewaca wê dan jinê. Temenê zewacê derket 18'an. (di rewşên îstisnayî de bi biryara dadger dikare bê guhertin). Mafê hevberdanê dan jinan. Jinan ji mîrasê parek zêdetir adilane girtin. Bi Destûra 2011’an re tevgera mafên jinan got ku êdî pêwîst e Zagona Malbatê bê nûjenkirin.”

‘Heta ku jin azad nebin, civak azad nabe’

Mariya da zanîn tevgerên jinan dibêjin yasaya nû pêwîst e hemû mafên jinan misoger bike û wiha got: “Lewma jî pêşniyarqanûnek ji bo revîzekirina Zagona Malbatê hat pêşkêşkirin. Li Mexribê tevgera jinan, xwedî kevneşopiyek ji rêxistinên çepgir zêdetir bi hêz e. Jin ji bo ku mafên xwe yên yasayî berfireh bikin, rastî zextên siyasî hatin. Lê tu car paşve gav neavêtin. Îro tevgera jinan a li Mexribê ne tenê li ser reformên yasayî, her wiha li ser veguherandina feraseta di civakê de jî xebatên xwe kûrtir dikin. Ji bo ku jin wek ferd bên nasîn û ji bo xurtkirina wekheviya civakî têkoşîna xwe didomînin. Aktivîstên mafên jinan dibêjin ‘Heta ku jin azad nebin, civak azad nabe’ û biryardariya xwe ya di têkoşînê de didomînin.”