Jenosîda Êzidiyan di rojeva Îtalyayê de ye: Duh DAIŞ îro Tirkiye!

Ji bo ku komkujiyên li hember Êzidiyan wek jenosîd bên naskirin, ji Parlamentoya Îtalyayê re pêşniyarnameyek hat pêşkêşkirin. Parlamenter Laura Boldrini, diyar kir ku Êzidiyên duh şerpezeyên destê DAIŞ’ê bûn, îro di hedefa dewleta Tirk de ne.

Navenda Nûçeyan – Parlamentera Partiya Demokratîk Laura Boldrini, pêşniyarnameyek da parlamentoya Îtalyayê. Laura xwest ku komkujiyên di Tebaxa sala 2014’an de bi destê DAIŞ’ê di dema êrîşên li Şengalê de li hember Êzidiyan hatine kirin, ji aliyê hikûmeta Îtalyayê ve wek Jenosîd bên nasîn. Laura pêşniyarnameyê di rûniştina li parlamentoyê di 21’ê Sibatê de çêbû de parast. Parlamenter Laura destnîşan kir ku di çarçoveya hiqûqa navnetewî de pêwîst e ku sûcên li hember Êzidiyan hatine kirin, tavilê wek Jenosîd bên pejirandin.

Laura bi bîr xist ku Almanya, Hollanda, Belçîka, Emrîka, Qraliyeta Yekbûyî, Kanada, Portekîz, Îrlanda, Ermenîstan, Fransa û Avustralyayê sûcên ku DAIŞ’ê li hember Êzidiyan pêk anîne, wek Jenosîd nas kirine. Laura diyar kir ku pêwîst e Îtalya jî di vê mijarê de helwestek zelal nîşan bide.

Li gor hiqûqa navnetewî jenosîd

Laura Boldrînî balkişand ser xala 2’yemîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya sala 1948'an a li ser Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcên Jenosîdê. Laura got ku jenosîd van kiryaran dihewîne: "Qirkirin yek ji van kiryarên jêrîn e ku bi mebesta tunekirina endamên neteweyî, etnîkî, nijadî an jî komên olî yên giran, bi armanca tunekirina bi tevahî yan jî beşeke pêk tê; tunekirina fîzîkî ya şert û mercên jiyanê yên komê ya bi tevahî yan jî beşek, girtina tedbîrên ji bo pêşîgirtina li zarokanîna di nava komê de, bi zorê veguhestina zarokên endamên komê ya ji bo komeke din.” Laura diyar kir ku ev sûcên di van xalan de tên diyarkirin hemû, li hember Êzidiyan hatine kirin.

Duh DAIŞ îro dewleta Tirk

Laura balkişand ser dîroka Êzidiyan û girîngiya pergala ku li Şengalê hatiye avakirin jî. Laura wiha got: “Êzidî civakek xwedî paşerojek esîl in. Baweriyek wan a xweser heye. Lê ev bawerî bû hedefa cîhadîstan. Êzidî li herêma Sengala li bakûrê Îraqê, li sînorê Sûriyeyê dijîn. Civaka wan li ser bingeha tevlîbûna demokratîk û wekheviyê dijî. Jin ne tenê di nav hêzên parastina cewherî de, her wiha di jiyana civakî, çandî û siyasî de jî rolek girîng digirin ser xwe. ”

Laura bi bîr xist ku di sala 2014’an de DAIŞ’ê Şengalê dagir kiriye, ji 5 hezarî zêdetir kesan qetil kiriye, ji  6 hezarî zêdetir jin û zarokan revandiye. Laura da zanîn ku îro jî bi deh hezaran Êzidî koçber in û her tim rastî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk tên.

Banga ‘Jenosîdê nas bikin’

Laura gotinek Immanuel Kant a ku dibêje “Li deverek dinyayê hiqûq were binpêkirin, li hemû dinyayê tê hîskirin” bi bîr xist. Laura bang li parlamentoyê kir ku Jenosîda Êzidiyan nas bikin.