Lîstîkvana ku şert û mercên girtîgehê qebûl nekir întihar kir

Hat îdiakirin ku lîstikvan û modelîsta Yemenê Entesar Al-Hammadi pêkanînên li Girtîgeha Navendî ya Sanaa ku lê girtî bû, qebûl nekir û ji ber vê yekê hewl da ku xwe bikuje. Hat ragihandin ku lîstikvana ciwan ku tê dermankirin tenduristiya wê baş e.

Navenda Nûçeyan - Li gorî agahiyên ku Çavdêrên Mafên Mirovan parve kirine, tê îdiakirin ku lîstikvan û modelîsta Yemenî Entesar Al Hammadi li Girtîgeha Navendî ya Sanaayê ku lê girtî bû, hewl daye xwe bikuje. Hat îdiakirin ku Yekşema derbasbûyî Entesar Al Hammadi birin qawîşa ku jinên ji ber fihûşê lê bûne û ji ber ku wê pêkanînên li wir qebûl nekiriye hewl da xwe bikuje. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hat hînbûn ku rewşa tenduristiya jina ciwan baş e û dermankirina wê didome.

Entesar Al Hammadi di 20’ê Sibatê de di dema kişandina wêneyekî de digel du hevalên xwe yên hempîşe ji hêla mîlîsên Houthi ve hat binçavkirin û bi tawana "kiryarên bêexlaqî" biryara girtinê ji bo wê hat dayîn. Her wiha hat ragihandin ku ew di dema binçavkirinê de bi şantaj, gef û îşkenceyê re rû bi rû maye. Entesar Al Hammadi di parastina xwe de, negotibû ku ew ji 4 xizmên xwe yên astengdar ku bavê wê jî di nava wan de ye berpirsyar e ji ber vê yekê neçar ku bixebite, ji ber ve pêwîst e were berdan.